
Serokê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, êrişa hewayî ya ser balafirgeha navdewletî ya Silêmanîyê bi tundî şermezar kir.
Talabanî têkdana aramîya Herêma Kurdistanê wek “xeta sor” bi nav kir, got, yan Kurdistan yan mirin û anî zimên ku “Em hewla hovane ya serpereştyarên biyanî ya ji bo têkdana asayîşa sînorê Silêmanîyê bi tundî şermezar dikin û têkdana aramîya Herêma Kurdistanê û Silêmanîyê xeta sor e“.
Talabanî diyar kir ku binpêkirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê ne geşedanek nû ye û got: “Em bi Kurdbûna xwe serbilind in. Kurdistan di dilê me de ye û me hemû metirsîyên li ser jiyana gelê xwe tehemûl kiriye. Têkbirina aramîya Herêma Kurdistanê û Silêmanîyê xeta sor e”.
Bafl Talabanî di dawîya daxuyanîya xwe de got, “Em carek din û bi dengekî bilind dibêjin: Yan Kurdistan yan mirin”.


