CivakRojev

Kobanî êrîşa ser balafirgeha Silêmanîyê şermezar kir

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat û hat diyarkirin ku armanca teqînê kujtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî zimên, “Hemû nûçeyên ku dibêjin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmanîyê bûye armanca êrîşê ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Berî niha Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihandibû ku heta 3ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkîyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKKê yên li Silêmaniyê” hatibû nîşandan.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Kobanî, di  derbarê êrişa ser Balafirgeha Silêmaniyê de got “Em bi tundî armanckirina Balafirgeha Silêmanî ya ji alîyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedanê metirsîyê ye”.

Fermandarê HSDê amaje bi wê yekê kir ku helwesta YNK  Tirkiye nerehet kiriye û got “Helwesta niştimanî ya YNKê ya ji bo piştgirîya birayên xwe yên li Sûrîyê, Tirkiye nîgeran kiriye”.

Mazlum Kobanî diyar kir ku ewê peywendîyên xwe bi hevpeymanên xwe yên Silêmanîyê re bidomînin û li hember van binpêkirinan ewê di heman enîyê de bin.

Back to top button