Cîhan

Tahir bin Celun Hamas kir hedef

Nivîskar û romannivîsê Fransî Tahar Ben Jelloun (Tahir bin Celun) ku bi eslê xwe Fasî ye, bi gotara xwe ya di derbarê şerê di navbera Hamas û artêşa Îsraîlê de derdorên edebî û siyasî yên Fransa û cîhana Ereban matmayî hişt.  Ben Jelloun, di gotara xwe de kiryarên Hamasê wek “terorîzm, wehşet û barbarî” bi nav kir û herwiha paraztina “mexdûrên Îsraîlê” kir. Gotara wî bi lez û bez li Fransayê bû sedema nîqaşan û paşê li seranserê cîhana Erebî belav bû. Wergera hin beşan ji gotara Tahar Ben Jelloun wiha ye:

“Ez bi jidayikbûnê Ereb û Misilman im û xwedî çand û perwerdehîya Fasê ya kevneşopî me. Tiştên ku şervanên Hamasê neanîn serê Cihûyan tune. Wehşet dema jin û zarokan dike hedef û tu hincet tunebe, dibe barbarî. Ez tirsiyam ji ber ku wêneyên ku min dît mirovahîya min a herî kûr birîndar kir. Bi bawerîya min mirov dikare li dijî dagirkerîyê li ber xwe bide û li dijî kolonyalîzmê têbikoşe, lê ne bi kiryarên wiha hovane. Doza Filistînê di 7ê Cotmeha 2023an de ji alîyê hêmanên fanatîk ên di îdeolojiya Îslamî de, ku yek ji îdeolojiyên herî xirab e, hat kujtin”.

Ben Jelloun, di gotara xwe de herweha got: “Hamas ne tenê dijminê gelê Îsraîl e, di heman demê de dijminê gelê Filistînê ye. Dijminekî hov û bê ferasetek siyasî ye. Ji alîyê welatekî ku ciwanên muxalif di nava xwe de dişeniqîne tê manîpulekirin. Na, şer di navbera leşkeran de tê kirin. Ne bi kujtina sivîlên bêguneh”.

Back to top button