Sykes–Picot 2 nîv serxwebûnê dide Rojavayê Kurdistanê
Ajansa Middle East Monitor (MEMO) ya Brîtanî raporekê bi navnîşana “Dawî anîna malbata Esed û yariya Rojava li virjina duyemê Sykes–Picot li gel Kurd” belav kiriye û têda dûpat li wê yekê dike ku Amerîka û Fransa mijulî bi cîhkirina projeya Rojhilata Navîna Mezin û virjina duyema peymannameya Sykes–Picot in li Sûriye û Kurd li paşerojê de li wî welatî dibê xwediyê kiyanekê nîv serbixwe.
Li babetê de hatiye, li meha derbasbûyî ew kêşeyên navxweyiyên nav malbata Esed, li hemû demekê zêdetir gefê li ser mayina Beşar Esed li hukimkirina wî ya li Sûriye peyda kiriye û neh salên derbasbûyî yên şer û rûxandinê de û rejîma Esed û rewşa serokê rejîma Be’esê Sûriye wekî vê astê xerap nebuye, ew kêşeyên li navbera Esed û Ramî Mexlûfî kurê xelata wî de peyda bûne û wiha kiriye Mexlûf çendîn vîdeo li facebook belav bike û nihêniyên malbata Esed eşkere bike. Bi tevahî mijule dawiya Beşar Esed bi xwe re tîne.
Rûsya hevpeymanê Beşar Esed niha gelek torebûye, medyayên Rûsya Esed bi lawaz bi nav dikin û dûpat dikin ku kesekê bêhêze û nikare paşeroja Sûriyê birêve bibe. Ew hemû karên ku têne kirin bi tevahî kesên nêzîkî wî û malbata wî bi xwe jî tore kirine. Sûriyeya nû ku pire ji aliyên nakokiyê û gumanên li ser hukma Esed ya Sûriye jî piştî belavkirina belgeyan ji aliyê kurê xaleta wî ve jî van nakokiyan kûrtir kiriye. Her wiha îhmalkirina Esed û çûye nav muameleyekê nû ya Suriye û bi tevahî karên wê destpêkiriye. Ji ber ku hemu ji wê yekê bê hêvî bûne ku Esed ne kesekê reformxwaze û dixwaze heman rejîma berî 2011 pêkbîne, eve jî ji aliyê hîç welatek ve û ewên ku piştevaniha mayina Esed jî dikin li hukim de vê yekê qebûlnakin.
Bi hebûna wan kêşeyên li nav malbata Esed û poşmanbûna Rûsya û welatên din li piştevanîkirina Beşar Esed, wiha kiriye ku Fransa û Amerîka jî li Rojhilatê Suriye dest bi xebateke bi hêz kiriye, dixwazin Kurdên Bakûrê Rojhilatê Sûriyê yekrêz û yek bixin û wan ji bo guhertin û paşeroja Sûriyê amade bikin. Eve jî nîşana eweye ku guhertinên bi lez li Sûriyê rû dide.
Armanca Parîs û Washington yekxistina Encûmena Kurd li Sûriye û Hevpeymaniya Niştimaniya Kurd li Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat “PYD” ye ku ev prose jî bi serpereştiya nûnerên Fransa û Amerîka û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hêzên Sûriye Demokrat birêve diçê.
Prose berdewame û Kurd li hemû aliyek ve pêşwaziya yekxistina rêzên aliyên siyasi yên li wan navçeyên Kurdnişîn dikin. Welatên din jî gelek bi girîngiyê nadin vê babetê û tenê tirkiye nebê ku gelek bi tundî dijî wê helmeta Amerîka û Fransaye û bi plangeriyekê mezin bi nav dike û bi tevahî şermezar dike. Eve jî di demek daye berê Parîs tenê hewlekê bi vî awayî dabû û komeleyên serbixweyên Kurd li Sûriye dirust dike û hemû aliyên wan têda endam bin û wekî sêwanek serpereştiya dosyeya Kurd li Sûriye bikin.
Li destêkê de Herêmek û xwebirêveberî û kiyanek ji bo pêkhatan dirust dikin û paşê hengav bi hengav wan bihêz dikin heta serbixwe bin.
Ev tevgera Parîs û Washington, tenê tevgerekê jeopolitikî nîne, bo ku cihê lingê xwe li navçeyê bi hêz bikin û berjewendiyên xwe yên aborî biparêzin, belkû li ser ve wisa dibêjin, lê belê li bin ve re nexşe bi tevahî ji projeya Rojhilata Navîna Mezin û virjina duyema Sykes–Picot pêkhatiye ku bi tevahî rewşa navçeyê û gengeşeyên 100 salê derbasbûyî bi dawî bike. Nexşeya navçeyê bi awayek dadirêjê ku bi tevahî aramiyê li navçeyê de desteber bike. Hengavan diavêjin û kar dikin û bi piştrastiyê ve armanca serekiya wan ewe dixwazin wê beşê Kurdistan bi nîv serbixweyî li Sûriyê bihêlin û eve jî bi cûreyek ji cûreyan wekî hengava destpêka wê nexşeyê ye ku niha heye û berencama rêkkeftina pêşiya Sykes–Picot e.
Li berjewendiya me bê yan na, hengavên virjina Sykes–Picot a duyem bi rûnî destpêkiriye û destpêkê de li Iraq û niha jî li Sûriye dikeve warê bi cîhkirinê. Lê belê eve jî bi lez pêknayê, ji ber ku karvedanên welatên navçeyê gelek bi tundî dibe. Washington û Parîs li virjina duyema Sykes–Picot naxwazin cengekê dinê cîhanî wekî berê beranber Osmaniyan bi cîh bikin. Belkû bi guherîna sîstema siyasî û federalî û desthilata nîv serbixwe û xwebirêveberiyê destpê dikin û dawiyê de jî nexşeyan pêkve girêdidin. Dema ew herêm û navçe nîv serbixwe bibin bi rastî û li rûyê aborî û siyasî û demokrasiyê ve bi tevahî pêgehên din jî wê demê têne avêtin.