Polîtîk

Elî Ewnî nivîsî: Caş, baş, belaş…

Elî Ewnî Siyasetmedar û Nivîskarê navdarê Kurd li rûpela xwe ya tora civakiya facebookê babetek bi navê Caş, Baş, Belaş belav kiriye û balê dikşîne li ser reftarên hindek ji Parlementerên Kurd yên li Iraqê û nivîsiye:

Me berê hizir dikir ewên dibine caş (Cehşik) ji nezanî û nehişyarî û nexwendewariyê ye. Eger hişyariya wan biçe serî dê bêne beroka gelî. Eve Serkeftê Şemsedînê Endamê Parlemenê Iraqê, Nûnerê bajêrê Silêmaniyê, dibêjît bila Iraq leşkerê Ereb bînît û Herêmê dagîr biket. Eve dibêjît min master di zanistên siyasî ji Amerîka wergirtiye. Nizanim Amerîkî li wêrê welatfiroşan pêdigehînin yan cehşikatiyê dixwînin û hestê van daye.

Hişyariya neteweyî li Kurdistanê gelek kême nexwe pêdivî bû, Kurdistan rabaye ser pîyan. Digel hevsozî û têgehiştina min bo jiyana xelkê kêm deramet û pêjîna wan, nabît hemû doza me bihête kurtkirin di mûçey da. Eger kêşe bes mûçe bû, panê Sedamî mûçe û mekreme û diyarî û eydanî û not w…. didan vî gelî bo çî serîhilda û Be’esî derêxistin.

Back to top button