Cîhan

Swêd xwendingeheke bilind ya gelî li Silêmaniyê vedike

Di hevdêtinek navbera Sefîn Dizeyî wezîrê perwerde yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Henrik Asargard konsolosê Swêdê yê li Hewlêrê û Katrina Korp seroka rêxistina Tornseglarna, girêbestek bo vekirina xwendinegeheke pîşeyî ya milî li bajarê Silêmaniyê hate îmza kirin.

Kontrakta vekirina xwendingeha pîşeyîya milî di navbera Sefîn Dizeyî wezîrê perwerde yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Katrina Korp seroka rêxistina Tornseglarna de hate îmze kirin.

Xwendingeha navborî dê bi zimanê îngilîzî û kurdî be û dê taybet be bi wan xwendekaran ku li xwendinê dûr ketine û jiyê wan di navbera 18-30 salî de ye û dixwezin xwendinê berdewam bikin. Ji bilî warên pîşeyî ev xwendongehe dê giringiyê bi warê kultur, huner û rewşenbîrî jî bide.

Xwendina di vê xwendingehê di bi zimanê kurdî û Ingilizî dibe û zêdebarê warên pîşeyî, giringî bi warê kultur û warên hunerî û rewşenbîriya giştî tê dan.

Hêjayî gotine ku beşek li welatên Ewropayî giringiyê bi vekirina xwendingehan li Herêma Kurdistanê didin û ji niha ve xwendingeha Almanî û Fransayî hatine vekirin

Back to top button