Polîtîk
Kaplan: Adresa çareseriyê parlementoye
Parlementerê BDP-ê yê Şirnex Hesîb Kaplan di parlementoyê de li ser pirsa hinek rojnemevanan di derbarê çareseriya pirsa kur de daxûyaniyek da. Kaplan di daxûyaniya xwe de got ku, şer û tundî ti pirsgirêkekî çareser nake.Diviya hukumet di çerçova vekirina demokratîk de gavên berbiçav biavêtan.
Kaplan di daxûyaniya xwe de got: “ Ji bo çareskirina pirsa kurd adres parlementoya Tirkiyeye. Divê di çerçova yekitî û hevgirtina Tirkiyê de ev pirs aşitî û birayetî bête çareserkirin.Bila parlemento tu tehtîla neke û heta çareseriyekî ji vê pirsîre bibîne karê xwe berdawam bike“
Daxûyaniya Kaplan ne li gora bûyerên di van rojan de tên kirine. Rastî partiyên di parlementoyê de xwedî îradeyek serbixwebin dê çareseriya pirsan jî hesanîtir be.