Swêd giringiyê dide pêwendiyên Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Annika Molin Hellgren Balyozê Swêdê li Îraqê kir ku ji bona bi dawî hatina erkê xwe li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kir.Molin bi sipas kirina Serokwezîr û Hikûmeta Herêmê ji bo alîkarî kirina vî li demên du salên borî amaje bi vê yekê da ku ji aliyê Herêma Kurdistanê li hemû varan alîkarî û hêsankarî jê re hatiye kirin û hevdîtinên vî tevî berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berhem û giring bûn.Her wiha sipasî ya Gelê Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê û Pêşmergehan kir ku li demên dijwar rastî êriş û metirsî yên terorîstên DAIŞê bûn û erkekê giran bi serketî bi cih anîn. Ev yeke jî got Swêd gelek giringiyê bi têkiliyên tevî Herêma Kurdistanê dide û hêvî xwest ev hêsankarî û alîkarî ji bo Balyozê Swêdê li pêşrojê bihê kirin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi sipas kirina vê serdanê, hêviya serketin ji Molin re di erkê nû de xwest û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Herêam Kurdistanê gelek giringiyê bi têkiliyên du alî navbera Hewlêr û Stockholmê dide û li ser pêş xistina têkiliyan, alîkarî û hemahengiyê berdewam dibe.Her du aliyan her wiha hin pirsên taybet bi Îraq û operasiyona rizgar kirina Musilê û pêşroja deverê nirxandin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: