Zanyarên olî pişgiriyê didin referandumê

Meclisa Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê civiya, di civînê de li ser mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê sekinîn. Piştî civînê yekitiya zanayên ola îslamî daxûyaniyek nivîskî belav kirin.Daxûyaniyêneyê hatiye ku: Di civînê de endamên Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayan hev nêrîn û yekdeng bûn ji bo piştevanî û piştgiriya li referanduma Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê weke dozeke netewî û niştimanî, bi vê hêviya ku bibe derwazeyek ji bo serxwebûna gelê Kurdistanê û gihîştina bi xewna dîrokî ya wan, ku rûbareke xwîn û qurbanî û deredeserî jê re hatiye pêşkêşkirin.Berdewamiya daxûyaniyê de dibêje:Ji bo ku gel azad bin xwe azadane biryar li çarenivîsa xwe bidin, bi vê hêviyê ku em bikarin li gel gelên Iraqê û cîranên xwe bi birayanetir û bi aştiyane pêkve bijîn .Beşek din daxûyaniyê de yekitiya zanyarên olî daxwaziyekî ji aliyên siyasî dike û dibêje:daxwaz ji partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, ku li hev hatineke siyasî û civakî û niştimanî saz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekê, berjewendiya bilind a gelê me li pêşiya hemû berjewendiyên partayetî û taybetî de danin, û bi rihê lêbihorînê  û tifaqê reftarê li gel hev bikin, her destberdarbûnek di vê dema hesas de lûtkeya şerefmendî û serbilindiyê ye, dîrok weke tanceke zêrîn ji wan re dinivîse û gelê Kurdistanê jî pêzanînek zêdetir jê re hebe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: