Sekreterê Giştî yê  Sosyalist Internasionalê Luis Ayala ragihand, ew piştgîriyê didin referandûma serxwebûnê Kurdistanê.Sekreterê Giştî yê Rêxistina Sosyalist Internasional Luis Ayala derbarê biryara Herêma Kurdistanê ya birêvebirina referandûma serxwebûnê de ji K24ê re ragihand, ew herdem piştevanî li pirsa Kurd kirine û dê berdewam bin di piştevaniya Kurd de bo bidestxistina armancên xwe.Luis Ayala got: “Em hevpeymaneke dîrokî ya Kurd in û bi dilniyabûn em bi hûrî çavdêriya referandûmê dikin, lê ew vedigere ku Kurd bi xwe deng li ser çarenivîsa xwe bide. Kurd bi sed salan xebat bo mafên xwe dike. Em jî her dem piştgîrî kiriye bo Kurd bigihe aramncên xwe.”

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: