Gelo çawa dikarin baştir pişgiriya rapirsiyê bikin?

Mesud TEKDi 25’ê Îlona sala 2017’an da li Kurdistana Başurê ji bona serxwebunê rapirsî (giştpirsî) wê were encam danê.Giştpirsî di helûmercekê gelek hestyar da wê bê çêkirinê.Guman têda nîne, ku dı pêşedemê nezik da, rewşa siyasiya Rojhilata Navîn, nexşeyê siyasetê wê bê guhartinê. Ji bona vê yekê jî dewletên mezin û bi bandorên cihanê, dewletên navçeyên Rojhilata Navîn, xwe piştî têkçuna DAÎŞê amade dikin û dixwazin statuya heremê bi gor berjewendiyên xwe destnişan bikin. Ji bona vê yêkê jî hevkarî û hevpeymaniya dewletên hanê zu bi zû tê guhartin, dost dibin, neyar, dijmin dibin dost…Îro li ber tevgera azadixwaziya Kurdistanê, derfêtên zêrîn jî heye, metirsiyên mezin jî.  Di asta navnetewî da navê Kurdistan xweş e û gelek dewletên Rojava û dezgeyên navnetewî piştgiriya doza kurd dikin. Sedema vê yekê jî şerê Peşmerge û şervanên Kurdistan li dijî DAÎŞ û serketina wan e, pabendbûna Kurdan bi demokrasî û azadî û pêkvejiyan û nirxên navnetewî wekî, parastina mafê mirov, maf û azadiyên bîr û bawer e…Û giştpirsî li Kurdistana Başur di zirufeka usa da wê were çêkirinê.Herwekî tê zanin, li seranserê Kurdistanê li ser rapirsiya hanê baş û xirab gelek tişt hatine gotin, gelek maqale hatine nivîsin, gelek lêkolin hatine çêkirin û heya encamdana giştpirsiyê wê bê gotin, nivîsîn û çêkirinê…Bi gor bîr û baweriya min ev yêka hanê siruştî ye. Ji ber ku giştpirsî ji bona dewleta serbixwe ye û bir û boçunên aliyên siyasî li ser serxwebûne û waxta wê ciyawez e.Mijara rapirsiya hanê mijareka gelek girîng e û ne tenê dehatuya gelê Kurdistana Başur destnişan dike, her usa bandoreka bi hêz datîne li ser dehatuya perçeyên dinê Kurdistanê.Ji ber vê yêkê jî çîn û tebeqe, gurup û pekhateyên Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî, bi gor stratejiya xwe derheqa giştpirsiyê helwest digrin û halwesta xwe radigihînin. Dewletên Rojava, herêm û cîran jî bî vî rengî ye…Guman têda nîne, proseya rapîrsî pirsa hemu Kurdan e. Lê belê barê giran li ser gelê Kurdistana Başur e.Li Başurê, erkê partî û rêxistinên siyasî, dem û dezgeyên fermî û hilbijartinê ev e, ku proseya rapirsiyê bi serxin, daku Gelê Kurdistana Başur, vîn û îradeya xwe  ku bi dengê xwe va diyar bike.Bi gor bîr û baweriya min, erkê sereke yên partî û aliyên siyasiyên parçeyên dinê Kurdistanê, piştgirî û alîkariyê ye.Partiyên siyasî, ronakbîr û welatparêzên perçeyên dinê Kurdistanê, ku piraniya pirê wan piştgiriya xwe li rapirsiyê ragihandine, divê gavên amelî jî bavêjin.Bona nasandina rapirsî û rewatiya wan, di nava bîrûrayê gîştî da kar bikin.Ligel hêzên demokrat û aşitixwaz peyvendî bigrin, daku piştgiriya rapirsî bikin.Bi hevra zext li ser hikumetê bikin, ku daku neyartiya giştpirsî nekin.Di vî warê da komxebata Amedê, ku bi banga partî û aliyên siyasî û beşdar bûna nunerên hinek dezgeyên sîvîl û ronakbîr di 15ê Tîrmehê bicive, gelek giring e.Armanca vê komxebatê ne tenê gengeşiya giştpirsî ye, her usa hewl bê dayin, ku mekanizmayek bê ava kirin, daku piştgiriyeka rêk û pêk e li rapirsiyê bike.Divê ji bîra me neçe, ku deng ji bona serxwebûnê li Hewlêrê tê dayin, sengerê piştgiriyê li Amedê tê danîn.11 Temmuz 2017Reyaazadi

Nêrînek

Nerîna min :