Cîhan
Swêd: Êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê protesto kirin

Kurdên dîaspora yên li Swêdê li dijî êrîşên Pasdarên Şoreşa Îranê yên li ser bajarê Hewlêrê xwepêşandanek li dar xistin.
Demjimêr 23:30ê şeva Duşemê 15-01-2024, pasdarên Şoreşa Îranê bi hinceta hebûna binkeya Îsraîlê li Hewlêrê 4 welatiyên sivîl, bi çend mûşekên balistîk mala kasibkarê Herêma Kurdistanê Pêşrew Dzeyî kirin armanc. hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Îro Kurdên diyaspora li Swêdê ji bo şermezarkirina binpêkirina Îranê xwepêşandanek li dar xistin.
Bi armanca nerazîbûna li hember êrişên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê û Hewlêrê, kurdên diyasporayê li welatên Ewropa û Amerîkayê xwepêşandanan li dar dixin û li ber balyozxaneyên Îranê kom dibin.