Rawande Kurd êrîşa Îranê ya terorîstî rûreş dike..

Kurdên li diyasporayê li hin welatên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrişa Îranê ya li Hewlêrê dest bi çalakî û xwepêşandanan kirin.
Kurd li 16 bajarên Ewropayê dê li ber balyozxaneyên Îranê xwepêşandanan bikin.
Li ser banga Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Kurdên li welatên cuda yên Ewropayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê li ber deriyê nûneratiyên Îranê protesto dikin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bangî Kurdistaniyên li Ewropayê kiribû ku ji bo şermezarkirina êrişên mûşekî yên 15ê Kanûna Paşînê yên li Hewlêr, li ber balyozxaneyên Îranê xwepêşandanê bikin.
Bi vê armancê Kurdistaniyên li 16 bajarên welatên cuda yên Ewropayê hatin cem hev, xwepêşandanan li dar dixin.
Li gora nûçeya Rûdawê, ku îro li 5 bajarên Almanyayê bi taybetî li paytext Berlînê xwepêşandan bi rê ve diçin.
Tevî Berlînê, li Hambûrg, Hannover, Wolfsburg û Dusseldorfê jî xwepêşandan hatin destpêkirin.
Kurdistaniyên ku li nêzîkî konsulxaneya Amerîkayê ya Dusseldorfê li hev civiyan, alayên Kurdistanê bilind kirin û êrişên Îranê şermezar kirin.