Cîhan

Swêd bû armanca erîşêk terorîstî

Li Nawenda paytexta welatê Swêd li Stockholmê du teqînên teroristî çêbûn. Di encama van teqînan de kesekî jiyana xwe ji dest da û du kes jî hatin birîndar kirin.

Ji berî teqînê demek gelek kin hina nameyek bi zimanê erebî û swêdî  belav kir û hukumeta Swêd tehdît kirin. Herweha di namê de hatiyê ragihandin ku, bila leşkerên we li Afganistanê nemînin, dema bira û zarokên me bêne kuştin , emê jî zarok û birayên we bikujin. Em dê hir pêde bi çelakiyan bersiva we bidin.

Polîsan  da zanîn ku teqîna yekem nav otombêlekî de li ser kolanek qelebalix çêbû, encama vê teqînê du kes birîndar bûn. Piştî demek kurt teqînek din li ser heman kolanê pêkhat, polisan termê kesekî dîtin. Polis bawerdikin ku ewî kesî bombe bi xwe ve teqandiye. Kesê xwe kuj ewilê otomobil teqandiye û piştre  cihek din bombên bi xwe ve teqandine. Hinek bombeyên neteqiyayî jî hatine dîtin.

Kesê xwe kuj 29 salibû. Ev cara yekem e ku Swêd dibe armanca xwekujiyek teroristî

Back to top button