CivakRojev

Suriye nûçeya vekirina deriyê Misirbînê û Qamîşlo red dike

Parêzgarê Hesekê Xesan Halîm Xelîl nûçeya ku, Suriye amadekariyê dike  ji bo vekirina deriyê sinorî navbera Suriye Tirkiye(deriyê Qamişlo û Misirbînê) red dike. 

Xelîl di daxuyaniyekê de ji rojnameya nîv-fermî El-Watan re got ku, têkiliyek di navbera girtina deriyê Sêmalka yê neqanûnî û vekirina deriyê Nisêbînê tûneye.

Piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di 16ê Kanûna îsal de deriyê Sêmalka girt, di raportên medyayî de behsa amadekarî û karê vegerandina deriyê sînorî yê Nisêbînê li bajarê Qamişlo ji aliyê hikûmeta Şamê ve hat kirin.

Parêzgerê Hesekê berdewamiya daxûyaniya xe de dibêje: Vekirina deriyê Nisêbînê “pêdiviya rêkeftinekê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye, bi awayekî ku sûdê ji herdu welatan werbigire.

Wî bal kişand ser wê yekê ku ew dergeh bi xwe di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de ye, lê ew dergeh li navçeyeke di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye.

Xelîl dibêje : Em çawa dikarin bi parvekirina tiştên ku di dergehê re derbas dibin razî bibin? Ma di van mercan de têkiliya me û Tirkye heye?

Back to top button