Nivîsar

Gelo HDP dikare ji Qendîl dûr bikeve?

Mirov çavê xwe li rastiya bigire û siyasetê bike tu cara encamek erênî destve naynê.Niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa HDPê ketiye pêvajoyekî de ku, aktorên siyasî çevên xwe li rastiya heyî digrin û tariyê de destê Xwe dipelînin û dixwazin berjewendiyekî destve bînin. Partiyên ku muxalefetê dikin hewldidin HDPê bi awayekî kedî bikin û alê xwe ve bînin. Bi vê minasebetê HDP serdana partiyên muxalefetê dike û peyamên hevre karkirinê ji bi demokrasiyê didin. Lê tu kes behsa cureyê demokrasiya ji devê wan derdikeve nake.

Heta wek îro tu hevdîtinekî de, dema daxûyaniyên hevbeş ji bo medyayê hatîn dayîn de kesekî behsa pirsa Kurd nekiriye û di vê pêvajoyê de ev pirs ji rojeva xwe derêxistine û mixalefet ji bo HDPê ber bi xwe ve bîne  formîlên cuda tîne rojevê û taybetî ji bo bertekek nebe jî behsa pirsa kurd nakin. Di bingehê xwe de problema di navbera HDPê û partiyên Tirk de, ne pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka PKKê ye. Yanî ji bo pêwendiyên HDPê û PKKê aliyên Tirk naxwazin raste rast li gel HDPê tifaqkekî bikin, lê hewldidin bi awayekî ji potansiyela dengên HDPê feydeyekî bibînin.

Di rastiya xwe de tu derdê HDPê jî ji bo pirsa Kurd tuneye, tişta ku HDP dike naxwaze dengê ku kurd didinê winda bike û ji bo vê yekê jî di nava hewldanekî de ye. 

Pirsa HDPê PKK ye ê fermanên Qendîlin. HDP bê ku fermanê ji Qendil bigre nikare tu gavekî bavê je. Ji xwe berpirsên Qendîl di daxûyaniyên xwe de vê yekê vekirî dibêjin. Minaqeşeya ku pewendiya HDPê û PKKê li Tirkiye ji aliyê partiyên siyasî ve gelek bi zanebûn tê kirin, hemû partî ji herkesekî behtir dizanin ku, pêwendiyên PKKê û HDPê hene. Ne ji PKKê be HDP ji %1 deng nagire. Ji bo vê yekê naxwazin rastiya heyî bê rojevê û pirsek destçêkirî behsa HDPê û PKKê tê kirin.

Seroka IYI Partiyê ku tu ferq navbera wan û MHPê de tuneye, vekirî dibêje divê HDP mesafeyekî bêxe navbera xwe û PKKê. Yanî IYI Parti jî dixwaze zeminekî peyda bike ku bikaribe li gel HDPê hevkariyekî bike. Serdanên hevserokên HDPê ji bo aliyên siyasî û daxûyaniyên ku didin medyayê gelekî balkêşin. Hemû hewldidin ku HDPê bi awayekî ber bi xweve bîne.

Li Tirkiye siyaset vekirî nayê kirin, rojeva eşkere û ya nehînî her demî cudaye. AKP û Erdogan vekirî dibêje ku, HDP û PKK heman tişte û HDP wek partiyek “terorist û hevalbendê terorê” dide nasandin.Lê ji aliyek din ve tê zanîn ku AKP li gel Ocalan li Îmralî hevditina dike û her roja ku hilbijartin çêbibin ,Abdullah Ocalan dikare ji bo berjewendiya AKP û Erdogan daxûyaniya bide û helwesta xwe bide kifşkirin. Ev yek gelekî di rojevê de ye û tê gotubêj kirin. Lê ne HDP û ne jî aliyên din ku vê rewşê dizanin dengê xwe dernaxin.

HDP ne xwediyê wê helwesta bi kesayete ku bikaribe rastiya xwe bêje û dewsa behsa rastiya xwe bike gotina “demokrasiyê” dibe û tîne. Eger HDP û aliyên hevdîtina li gel HDPê dikin dirustbin, bila vekirî behsa hevkariya Xwe bikin û HDP jî di nava Tifaqa Milliyet de cih bigre. Lê dewsa vê de bazara siyasetek nehînî dikin.

Muxalet her tiştek li ser çûyina Erdogan dizayn dike û dibêjin bila Erdogan herê çi dibe bila bibe. Lê gelo dê piştî Erdogan çi bibe? Taybetî di pirsa Kurd de çi bikin? nayê zanîn. Car carê tirsek peyda dibe ku, gelo mimkine dema mixalefeta heyî bibe desthilat , dê TRT Kurdî bigrin, yan jî dê kanalên Kurdî yên heyîn qedexe bikin? Gelo dê helwesta wan di derbarê bi karanina zimanê Kurdî di perwerdeyê de çibe? Behsa vê yekê nakin yan jî di devê xwe de digugulînin.

Di nava HDPê de jî mirov dibîne ku kelandinekî heye. Aliyê ku xwe Kurd dibîne ji gelek teserufan acizin, hewldidin pirsa Kurd wek bingeh bê girtin. Lê nikarin ji ber ku aliyên din di nava HDPê de taybetî çepên Tirk û aliyên Tirkiyebûn ji xwe re kirine armanc ji wan gelekî bi hêztirin.

Dê goutubêj heta roja hilbijartina bê eşkerekirin berdewam bin. Lê dema hilbijartin nêzik bibin dê bi awayekî gelek tişt derkevin ser rûyê erdê rastiya heyî bê dîtin. Kî çi dike ,dê eşkere bibe.

Nêrîn / Şirova

N.Firat

Back to top button