Cîhan

Suriye dibe sê herêmên cuda

Tê îdia kirin ku dê bajarê mezin yê duyem li Suriye bajarê Helebê bikeve di bin desthilatiya Tirkiye de. Ji berî şerê navxwe 5.5 milyon insan li Helebê dijiyan. Êrîşên dijwar yên rejimê  û sala 2013ê valekirina bajêr ji çekdarên opozisyonê ji % 75 bajar ji xelkê vale bû. Demekî bajarê herî mezin yê bazirganiyê bû Heleb. Heleb di bin desthiladariya Tirkiye de ji nûve dê bête avakirin.3 milyon penaberên li Tirkiye û li Ewropa dijîn wê vegerin Helebê.Li gora nûçeya rojnama Tirkî Yeni Şafak, di vê derbarê de navbera Rusya û Tirkiye de hevdîtin têne kirin.Endamê koalisyona hêzên opozisyonê Fuat Eliko dibêje: Ji bo Hema, Heleb û Idlib bikeve di bin nufusa Tirkiye de hevdîtinên eskerî û siyasî berûpêşve diçin.Dê ev proje bi wegera 3 milyon penaberan û bi temamî vekişandina hêzên rejimê berdewam bibe. Koridora Sune, Hema , Idlib û Helebê digrê nav xwe û ev yek bêje bi tamam bûye. Eliko dibêje; li Rojhilat Amerika û PKK cih dibe, li herêmên navîn Tirkiye û Artêşa Azad cih dibe û Rojava jî Rejima Suriye û Rusya dimîne. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button