Nivîsar

Rawestandina Sputnik Kurdistan ?

Dr.Ekrem ÖnenWek gelek ji we dizane di dawîya meha hezîranê Sputnik Kurdistan hate rawestandin. Gelek ji medya Kurdî biminre ketin têkilîya xwestin fam bikin ka çi sebebê girtina Sputnîk kurdistane. Wê demê min ne xwest tiştekî ji medya re bêjim ji ber min got ez paşê tiştekî fam bikim bi were parve dikim.Lê berî di raya giştî û medya Kurdî eşkere bibe haya min jê çêbûbû ku Sputnîk Kurdistan wê bê rawestin. Ez wê demê li Stockholmê bûm. Berya Sputnik Kurdistan bê rawestin bi 10 rojan yanî 21 meha hezîranê min nameyek vekirî ji serokkomarê Rûsya Vladimir Putîn re rêkir. Her ew namê min ji cigirê Putîn Uşakov, wezîrê derve Lavrov, Konsulosê Rusya li Hevlêrê, berpirsa Russıa sevodnya ku sputnîk Kurdistan wek beşekî wê ye û ji seroka înstîtûta Rojhilatnasîyê (Ku Kurdolojî li rûsya beşekî vê înstîtuyê ye). Naumkîn ku her weha berpirsê fermî yê Putîne di yekîtîya netewande di derbarê pirgirêka Surîyê de rêkir.Di nameyê de nerazîbûna li hember rawestandina Sputnik Kurdistan, rola Sputnik kurdistan di hevnaskirin û pêşxistina têkilîyê Rûsya û kurdistanêde, her weha rola sputnik Kurdistan a înteraktîv înfomasyonê daye da diyarkirin. Min name di medya de belev nekir sebeb jî ew bû ez li benda bersîvek fermî mam her weha ez li ser rê bûm biçim Mosko min xwest li mosko jî hinek tişt fam bikim paşê ji medya û raya giştî re eşkere tiştekî bêjim. Piştî min namê rêkir bi seetekê bersîv ji adminitratsîya serokommar Putin hat ku Nama min wergirtine û dinav 3 rojan de bersîvê didin min. Rastî jî di nav 3 rojande bersîv dan min, bersîvê jî vaye belav dikim.Di bersîvê de bi kurtî dibên ji ber ev pirs bi wezareta komunikasyon û medya ve grêdayî ye me name hewaleyî wezîrê komunıkasyon û medya kiriye. Piştî vê nama ji administratsîya serokkommar bi 3 rojan ji wezareta komunîkasyon û medya bersîv hat. Vaye bersîva wan jî belav dikim. Di bersîvê de sebebên asasî ew rê didin eve, ku Weşanên navnetewî yê Sputnîk wê ji nuha pêve bêhtir berê xwe bide âudûtorîya freh ku xwendevan,temaşevan û guhdar pirbin.Bikurtî dixwazin bêjin.Kêm li Sputnîk Kurdistan dihate nerînji ber wê hate girtin. Berya her tiştî ez bi vê sebeba wezareta komunukasyon û medya rê dide ne hemfiikirim. Ji ber vekirin û rawestandina Sputnik Kurdistan ne biryareke administratîve biryarek siyasîye. Wek di medya Kurdî de ku gelek kurdan jî nivîsî ku ‘’sucê me Kurda jî heye me kêm lê dinerî’’, ‘’ em Kurd kurdî naxwînin ji ber vê Ku kurda kêm li sputnik Kurdistan dinerî hate rawestandin’’ ez bi vê jî ne hemfikirim. Dikare rastî di vir de hebe ku Kurd kêm Kurdî dixwînin û Kêm li Sputnîk Kurdistan vekiribin lê ne eve sebebê rawestandina Sputnîk Kurdistan.Wek min li jor got vekirin û girtina Sputnîk Kurdistan biryarek siyasî ye ku hatîye rawestandin. Gumana min ji hinek sebeban din heye lê ez nuha nakarim bêjim ji ber hin lê dikolim ku bighêm encamekê we agahdar dikim. Min nuha ev agahî belav kirin bi nameyên ku ji minre hatine ku raya giştî û medya Kurdî bi teyybet yên min soz dabû wan ku ez bighem encamekê ezê wan agahdar bikim. Tişta heta nuha dikarim bêjim eve, di pêşde hinek tiştên nuh hebe ezê bi were parve dikim. Bimînin di xweşîyê de.  

  • Ev nivîs ji Facebook a Ekrem Onen hatiye girtin

 

Back to top button