Polîtîk

Efrînî çekdarên ereb li Efrînê naxwazin

Kovara bi navûdeng ya Brîtanî Economist,  di nivîsek ya xwe de behsa rewşa Efrînê dike û dibêje ku, ji bo Tirkiye gelek zehmete  li Efrînê aşitiyê pêkbîne. Kovar dide xûyakirin ku, xelkê Efrînê ji eskerên Tirka memnunûn lê ji çekdarên ereb acizin li dijê mana wan li Efrînê ne.Oconomist di nivîsa xwe de dibêje: Tirkiye îdia dike ku, Efrîn ji terorista pakij kiriye.Tirkiye dide xûyakirin ku wan nexweşxane û dibistan vekirine.Lê xelk ji vê yekê gelekî yan jî bi temamî ne memnunin. Bazirganek kurd  dibêje ku, Eskerê Tirka baş miamelê dikin, lê ev çekdarên bi rêh pirsgirêkek mezin e. Gelek dizî kirin.Kovar dibêje ku, dema Tirkiye kete Efrînê nêzikî 100 hezar ji xelkê û ji YPGê ji herêmê reviyan.Berdewamiya nivîsa xwe de kovar dibêje:Tirkiye bi israr dibêje tu niyeta me tuneye em Efrînê dagir bikin û li vê derê bimînin. Dema şerê Suriye dawî werê, emê ji Efrînê derkevin.Lê ew guhertinên bi dagirkiriyê çêbûyin gelek zehmete ku bêne cardin wek berê lê werê.Wezîrên Tirk didin xûyakirin ku, Efrîn dikarê ji bo 400 hezar penaberan bibe warek, lê yên têne herêmê piraniya wan erebin. Gelek kes jê didin xûyakirin ku, YPG jî rê nadê ku xelk vegerin warên xwe.Dawiya nivîsê de kovara Brîtanî dibêje: Lê Tirkiye ji pariyê bicû gelektir kiriye di devê xwe de.Rewşa ewlehiya Efrînê çikas diçe xirabtir dibe.Meha Hezîranê de bi teqîna bombeyan 9 kesî jiyana xwe ji dest dan. Şerek navxwe û talan kirin heye. Kesek ji Efrînê dibêje:Em ji desthilata YPGê ne memnunbûn.Lê ev çekdarên hatên ji wan xirabtirin. Efrîniyek din dibêje: Divê Tirkiye van hovan rêkê mala wan. 

Back to top button