Cîhan

Surî ji bo serhildana têkbide hewl dide

Belgenameya muxabaratên Sûriyê derket holê

Dezgeha Muxabarata Sûriyê ji bo ku serhildanên li Sûriyê têk bibin yan jî beravêtî bikin, belgenameyên veşartî li endam û alîgirên xwe belav dikin. Li gora ku çavkanîyên herêmê radigihînin, Dezgeha Muxabarata Sûriyê belgenameya têkbirina serhildanan li endaên xwe û alîgirên Beşar Esed belav kiriye û ji wan re rê û rêbaza xebata xwe ya nû pêşkêş kiriye.

Li gora tê gotin, di belgenameyê de tê xwestin ku;

-Divê çapemenî pêşketinan bişopîne, divê rê li ber şahidên bûyeran bê girtin da ku ew dernekevin ser televizyonan û rastîyan eşkere nekin.

-Divê hinek endamên parlamentoyê ji bo bersivên çapemenîyê bên wezîfedarkirin.

-Li ciyên ku bûyer lê diqewimin divê hinek şexsîyetên naskirî derkevin televizyonan û rejîmê biparêzin.

-Divê hinek kes bên wezîfedarkirin û tenê daxwazên piçûk ên ku em karibin qebûl bikin bînin zimên û van daxwazan weke ku daxwazên xelkê ne pêşkêş bikin.

-Divê çalakîyên ku bi alên Sûriyê û wêneyên Beşar Esed xemilandî ne bên li dar xistin.

-Divê wezareta perwerdeyê malperên wek Facebookê li xwendevanan qedexe bike.

-Divê hinek hunermendên alîgirên rejîmê, di televizyonên dewletê de bi rêya bernameyan têkilîyê bi xelkê re deynin û bersivê bidin kesên mixalif.

-Divê hinek kesên ku gi girtîxanan de girtî ne û wek mixalif tên naskirin, bi rêya bernameyên cuda yên televizyonê derkevin pêşberî gel û ji serokê me daxwazên piçûk bikin, wan daxwazên piçûk wek daxwazên xelkê pêşkêşî awira gelemperî bikin.

Di vê belgenameya Dezgeha Muxabarata Sûriyê de eşkere dibe ku dezgehên neyînî yên rejîma Sûriyê li dû plan û projeyên kirêt in, dixwazin bi rêya zilam û alîgirên rejîmê serhildan û daxwazên xelkê beravêtî bikin û bi daxwazên pir piçûk devê mixalefeta Sûriyê bigrin.

 

(Mediakurd)

Back to top button