Polîtîk

Çareserî diyalog e

Piştî dirêjbûna krîza siyasî ya li herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hemû alîyên siyasî kir, ku bi hev re li ser maseya danûstanidinan rûnên û bi rêya dîyalogê dawîyê bi wan kêberî û arêşeyên navbera hev bînin.
 
Alîyên siyasî yên herêma Kurdistanê û alîyên herêmî û navdewletî bi germî pêşwazîya evê daxwaziya serokê Kurdistanê kirin û piştevanîya xwe ji bo vê pêngava Mesûd Barzanî dan nîşandan.
 
Di vê derbarê de endama serkirdeyatiya YNK-ê, Nermîn Osman di bêjedaneka taybetî de ji PNA re ragihand, ku ji bo çareserkirina giriftan û gihêjtin bi xaleka hevpişk ti çareyeka din nîne û gerek hemû alî bi hev re guft û goyan bikin û bi hev re li ser maseyekê evan giriftan çareser bikin.
 
Endama serkirdatîya YNK Nermîn Osman weha jî got: Ew alîyê ku dixwaze fişar (zext) li ser alîyekî din bike, dikare li ser maseya guft û goyan jî vî karî bike, ne li ser cadeyan û kolan û taxên bajaran ewan fişaran bike, ji ber vê yekê jî ew peyva serokê herêma Kurdistanê peyva herî cuwan û dirist e, ku daxwazê ji alîyên siyasî dike, da ku ew bi hev re li ser maseya guft û goyan girift û arêşeyên navbera xwe çareser bikin û dawîyê bi vê krîza niha bînin.
 
Nermîn Osman erdewambûna axavtina xwe de got: Em bi ti awayekî razî nabin ku hukûmeta herêma Kurdistanê bê hilweşandin, çimku ew hukûmeta niha bi zordarîyê û bi kutekî nehatiye ser textê desthilatdarîyê û ew hukûmet bi dengên piranîya xelkê herêma Kurdistanê û bi rêya sindoqên dengdanê hatiye ser desthilatdarîyê û desthilata niha rewa ye û Parlementoya Kurdistanê jî nûneratîya xelkê herêma Kurdistanê dike û parlementoyê bawerî daye vê hukûmetê û her ew jî dikare bawerîyê ji hukûmetê bistîne (werbigire).

Back to top button