Nivîsar

Sûdmendiya xwendina sûdmend

 Divê her malbateke xwedîzarûk, zarûkên xwe ji bo xwedineke pir pêşketê amade bike, da ew zarûk sûdeke mezin bigehînin mirovan û mirovatiyê.

Zeynelabidin ZINAR

Ciwanên Hêja!

Xwendin li ser her kesî deman e, hem li ser zayenda mê û hem jî li ser ya nêr.

Çendî ku di Ola Îslamê de Ayet û Hedîsên li ser xwendina sûdmend pir hene jî, lê ez behsa wan nakim.

Di xwendinê de hin malbat hene ku dixwazin zarûkên wan hema bixwînin da karibin debara xwe bikin. Lê ew dîtin şaş e. Divê malbat zarûkên xwe ji bo xwedineke sûdmend a pêşketî amade bikin da ew zarûk ne tenê ji bo debara xwe bixwînin, bila xwendineke baş a sûdmend bixwînin ku ji bo miletê xwe, ji bo welatê xwe, ji bo mirovatiyê, ji bo dinyayê û ji bo heyînê bibin kesîne sûdmendtir.

Di nîvê Sedsala Bîstî de piraniya malbatên xwedîzarûk, dixwestin ku zaûkên wan bibin bizişk, bibin endazyar û gelekan jî dixwest ku bibin mamoste.

Di rastiyê de çendî ku bizişk sûdeke zêde didin mirovan, lê belê sûdmendiya wan ji bo heyînê zêde tune.

Jiyana endazyaran jî, ji ya bizişkan ne zêdetir e. Lewra ew jî nikarin bibin sûdmendê heyînê.

Jixwe jiyana mamosteyan çendî ku nîşandana riya rast e, lê belê ew jî ketine navbera du bangorên desthelatiyê û nikarin ji wê projeya ku danîne ber wan zêdetir berepêş herin. Ji aliyê aborî ve jî, bi Qûtê Nemir dijîn.

Îcar di Çanda Kurdî de hin gotên bav û bapîran hene:

Mêr hene, mêrkok hene…

Jin hene, jinkok hene…

Mele hene, melekok hene…

Şêx hene, şêxkok hene…

Axa hene, axakok hene…

Zana hene, zanakok hene û gwd.

Nexwe divê ku meriv zarûkên xwe neke zanakok, bila zarûk bibin zanatir da sûdeke mezin bidin dinyayê û hem jî bidin heyînê.

Ev bûjenên îro di vê teknîka pêşketî de ku hene, eger 50-60 sal berê yekî behsa wan kiriba, wê navê şêtmendiyê danîbûna serê. Lê ji ber ku îro gelek tiştên sûdmend ji bo jiyana giştiyê di destên mirovan de hene û piraniya kesên li jiyanê sûd ji wan werdigirin, eger meriv behsa hin tiştên di şûfê wan de ku hêj nînin bike jî, kes şaqiz nabe û dê bawer jî bikin.

Çewa ku tê zanîn, hêj mejiyê Civata Îslamî nemeyaye. Ev 57 dewletên ku di wê civatê de hene jî, dewletkok in. Çandeke weha jî di wan dewletkokan de heye: Çi partiyeke ku dibe desthelat, karên ku desthelatiya berê kirine, hemû paqij dike û ji sifrê dest pê dike. Çar sal, an çend salên din dema yeke din tê desthelatêyê, îcar ew dest bi rûxandinê dike. Lê belê dewletên Rojavayî bi vajiyê yên me ne.

Bêguman eger mejiyekî saxlem û pêşketê li Cîhana Îslamî behûya, tenê ku li ser berhemên Smaîl Cizîrî (Ebu Iz 1136-1206) rawestiyabûne, îro xwediyê vê teknîka nûjen wê civata me bixwe bûya.

 Divê her malbateke xwedîzarûk, zarûkên xwe ji bo xwedineke pir pêşketê amade bike, da ew zarûk sûdeke mezin bigehînin mirovan û mirovatiyê.

Divê neyê jibîrkiirn ku Ayeta Qurana pîroz a pêşî, fermana xwendinê ye, gotiye BIXWÎNE…

Bi hêviya xwendikeve baş û pêşketî ji bo nivşên pêşerojê.

Her şad û bextewer bin…

31/ 10/ 2024

Back to top button