Civak

Rapirsînek balkêş..!

Li Tirkiye rapirsînên di derbarê rewşa partiyan de berdewam têne kirin. Taybetî piştî daxûyaniyên serokê MHPê rojev hate guhertin û helwesta MHPê gelek bi germî hate goyubêj kirin.

Dinava vê rojevê de rapirsîna herî dawî ji aliyê Dezgeha Lêkolîna AREAyê ve hat kirin û ji welatiyan hat pirsîn:

Eger îro hilbijartina parlementoyê çêbibe hûnê dengê xwe bidin kê?’ Di rapirsîna ku di navbera 20-27ê Cotmehê de hat kirin de 3 hezar û 700 kes ji 26 parêzgehan beşdar bûn. Lêkolîna ku rêjeya xeletiya wê ji sedî 1,60 zêde û kêm hate destnîşankirin.


Her çend jor neguherî jî, ferqa di navbera ya yekem û ya duyemîn de ji bo cara yekem ew qas kêm bû. Dema CHP bû partiya yekem, AK Partî di rêza duyemîn de bû. Di encamê de kêmbûna MHP’ê derket holê. Di anketa dawî de DEM û İYİ Partî li pêş MHPê bûn.

ENCAMA RAPIRSÎNÊ:

CHP % 30,1
AK Parti % 30
DEM Parti % 9,5
İYİ Parti % 8,3
MHP % 7,7
Partiya Zaferê % 6,6
Yeniden Refah % 4,2
Partiya Karkerên Tirkiye % 1,5

Back to top button