Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Komîsyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinan kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya îro çarşemê 30.10.2024 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li rêzdaran Serok û endamên Komisyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinan ya Iraqê û hemû wan timên komîsyonê yên ku serpereştî û çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kirin ku bi awayekî serkeftî hilbijartin hatin kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya erk û karên Komisyonê û piştgirî û hevkariya Serokwezîrê Hikûmeta Federal û Dezgeha Dadweriya Iraqê kir û xizmet û hewlên wan di birêvebirin û serxistina proseya hilbijartin û dengdanê da bilind nirxand. Herwesa Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev hilbijartin bi hemû pîvanan ji bo Herêma Kurdistanê gelek girîng bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku serkeftina proseya hilbijartinan ji encama rol, pêdagirbûn, dilsozî û hevkariya komîsyonê digel hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê bû û bi germî destxweşiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji wan ra xwest.
Ji aliyê xwe ve, Serok û Endamên Komisyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinan, bi boneya serkeftina hilbijartinan, pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kirin û pesna tevahiya proseyê kirin, ji kampanyaya hilbijartinan heta lidarxistina hilbijartinan ku, yekem care li Iraq û li Herêma Kurdistanê tu lêpirsîneke sor li ser hilbijartinan nayê tomarkirin.