Civak

Serokê Şeredariya Esenyurtê bi tohmeta endametiya PKKê hate girtin

Serokê Şaredariya Esenyurtê ya CHPê Prof. Dr. Ahmet Ozer danê sibehê ji aliyê ekîbên polîsan ve li mala xwe hate binçavkirin. Li mal û avahiya şaredariyê Ozer ê ku hat hînbûn di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatiye binçavkirin,

Dohî êvarî Ozer derxistin dadgehê û di dagehê biryara girtina Ozer da û ew rêkirin girtigehê. Tê zanin ku, Ozer di hilbijartinên herêmî de encama lihevkirina CHPê û DEMê li Esenyurtê bibû berbijêrê şeredariya vê navçeyê. Di meha Temuza 2023ê de kesek ji doza PKKê hatî girtin, dema lûpirsînê de li xwe mikur hatibû û navê Ozer jî dabû.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel piştî girtina Ahmet Ozer daxûyaniyek da û got: Şaredarê me yê Esenyurtê Prof. Dr.Ozer bi tuhmetên destçêkirî hate girtin.

Bê şik hedefa sereke îradeya welatiyên me yên li Esenyurtê ye. Bê şik emê berteka herî tund li hember van kiryaran nîşan bidin û vê mejiyê pîs ku milet nas nake û rêz li bijardeyên gel nagire, têk biçe û dê vê plana nefret têk bibe. Di nava van şert û mercan de me Kampa Antalyayê ya ku me ragihandibû ku wê di navbera 1-3’ê Mijdarê de li dar bixin, betal kir û ji bo biçin Stenbolê.

Back to top button