Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyoza Holandayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Janet Alberda Balyoza nû ya Holanda li Iraqê kir.

Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna xanima Alberda li erkê wê ya nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest û piştgîriya hemû dezgehên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wê dupat kir.

Ji aliyê xwe ve xanima Alberda kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina kar û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir.

Her du alî tekez li ser xwesteka hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyên Holandayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di warên curbicur da kirin û herwiha pesna rola Holandayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da û piştgiriya wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn, metirsiyên wê û bandora wê ya çaverêkirî li ser asayîş û aramiya navçeyê mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button