Polîtîk

Sûdanî li Hewlêrê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 13.11.2024an li Hewlêrê bi nûnerên hêz û pêkhateyên serkeftî yên hilbijartinên Herêma Kurdistanê re civiya. 

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Iraqê pîrozbahî li beşdarbûyan kir, ji bo bidestxistina baweriya welatiyên Herêmê û tekez li ser wê yekê kir ku hilbijartin qonaxeke girîng a piroseya siyasî, prensîpa demokrasî û pevguhertina aştiyane ya desthilatê ye ku pabendbûna xelkê Herêmê bi hilbijartinan tekez dike.

Sûdanî got, hikûmeta federal li gel hemû hêzên siyasî û Serokê Herêma Kurdistanê hewl daye ji bo temamkirina hilbijartinan û amadekirina hemû şert û mercan ji bo serkeftina proseyê.

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya lezkirina hevtêgihiştinê û destpêkirina pêkanîna hikûmetê û wergirtina erkên parlamentoya Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku pêwîstiya welatiyan bi wergirtina bernameyên hilbijartinan heye ku rastiya jiyan û xizmetguzariya wan nîşan dide.

 Herwiha tekez kir, hebûna parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe alîkar bo bihêzkirina aramiya siyasî di hikûmeta federal û Herêmê de, ji ber ku têgihîştin û aramiya Herêmê, hêzek e bo hemû pêkhateyên civaka Iraqê.

Sûdanî diyar kir, pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, pêwîstiya wan bi hewlên hevbeş ên li ser asta Herêmê, hikûmeta xwecihî û federalî heye. Amaje bi wê jî kir, gelek dosyeyên ku ji hikûmeta berê hatine veguhestin hatine çareserkirin, hîn qonaxek maye ji bo çareserkirina dosyeyên din.

Back to top button