Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Iraqa Federal kir

i Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serok Wezîrê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û guhertin û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha tekez li ser wê yekê kirin ku li peywendî û hemahengiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da hengavên erênî û baş hatine avêtin.

Her li vê hevdîtinê de birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serok Wezîrê Iraqa Federal pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya wê yekê xwest ku bi zûtirîn dem aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihin rêkeftinê.

Back to top button