Nivîsar

Stûxwarîya me qeda serê me ye !

We hemûyan zaroktî dîtîye û derbas kirîye. Zarokî stûxwarîye li benda alîkarekî ye ji bo daxwazên xwe bi cîh bîne. Zarok gilî û gazincê xwe bi girînê  tînin ziman, çimkî hîna nikare bi axive. Hêza wî jî tune daxwazên xwe bi dest bixe, ji bo wî digirî. Ku ez bibêjim “ gelê Kurd jî wek dergûşek zaro ye, bê zimane, bêhêz e  lewma digirî “ dibe ku hinek min rexne bikin. Belê sed mixabin em îro digirîn, rondikên çavên me wek baranê di herike, lê dîsa jî kesek nayê hewara me.

Çimkî em bêkesin, bê xwedî ne,em stûxwarin. Çaralî dagirkeran dor li me girtine, welatê me Kurdistana pîroz dagir kirine. Bê dayîkbûn çi be, em jî wisane.  Ka wê ev zarok wê çawa bê dayîkê mezin bibin û çawa debara xwe bikin ? Em ketine destê damarî û zirbavan. Em di destê  şîrheraman de êş û janê dikişînin. Heta em ranebin pîya li ser lingê xwe nesekinin wê ev dolheramên  sînorê xwe nezan, li me tedayî û zordestîyê bikin. Dilovanî, dil pê şewitandin li ba wan tune. Neyarên  xedarin, xwîna me Kurda vedixwin dîsa têr nabin. Hov in, bê merhemet in lewma hovîtî êrîşê me dikin. Li ser xaka me, me di kujin.

Hewce nîne mirov bêbextîya Romîyan (TC) bibêje.Gelek  kilam û stranên me li ser  bêxtîyên wan hatine gotin. Lê me bi qetlîama gundê Roboskîya Qilabana navçeya Şirnexê careke din bêbextîya wan dît. 35 xortên Kurda bi balafirên şer bombebarandin  kuştin. Ez texmîn dikim we geleka temaşe kirîye fîlima Bahman Gobaldî bi navê  “ Dema Hespên Serxweş “ heye, ev xortên hatin bombebarandin wek wan cîwanan ji bo debara xwe ji bo 50-60 lireyê Turkîyê di sînor de mazot an cixare dianîn û sivîlbûn. Ev xortên Kurda ji bo nanê xwe qezenç kirinê bi sala ne vî karî dikin, çimkî ji xeynî vî tu rê û derfet nameye ji van gundîyan re. Qereqol û leşkerên sînor jî zanîbûn ku ev  ji bo  nanê xwe vî karî dikirin û bertîl jî didane leşker û fermandaran. Dewleta derewîn ewlekarîya xwe dike mahane lê hemû cîhan zane ku ev qetlîamek e û nayê veşartin. Înkar kirina wê ne mimkun e. Dewleta Tirk ji bav û kalên xwe de hov e, 68 sal berê li bajarê Wanê navçeya Ozalpê 33 gundî qetil kiribû bi vê bûyerê dîsa rûyê xweyê reş nîşanê Kurda da.

Erê bavê mino welatê te kirin çar perçe, sînor kişandin ber û gava tu ji wî sînorî derbas dibî jî te dikujin. Ka kîjan wijdan vîya di pejirîne gelo ? Ev çi  to mirovahî ye ? Dewleta mêtinger, dewleta dagirker bêperwa te di kuje û kesekî bê hewara te tune weyyy dayêêê ! Ma Kurd wê heta kengê bi girîn ?

Hûn bawer bikin ev birîna xedar bi şermezar kirinê nayê çareser kirin !

Hûn bawer bikin ev hovîtîya dijmin ne yekem e û ne jî dumayîk e !

Hûn bawer bikin ev qirkirin bi zanatî pêk anîn !

Hûn bawer bikin ev tevkujî bi pîlan hate çêkirin !

Hûn bawer bikin  ev ne qezabû !

Hûn bawer bikin ev qetlîm nayê ji bîr kirin !

Hûn bawer bikin wê hesabê vê qetlîamê miheqeq  rojekî bê pirs kirin !

Hûn bawer bikin heta yekitî û piştgirîya Kurda çênebe  em azad nabin !

Hûn bawer bikin heta Kurdistanek serbixwe ava nebe em rizgar nabin !

Ez bawer dikim bê welat jîyan na meşe !

 

31 Berfanbar 11

Tevger Çekdar

Back to top button