Polîtîk

Hovîtîyek din li dîroka gemar ya Tirk zêdetir bû

Vê carê jî leşkerên Tirk, bi rêya bombebranên firokeyan ve kîn û xwînxwarîtîyên xwe di 28-12-2011 an de, bi ser gelê Kurdve barandin 35 ciwanên Kurd kuştin û çendan jî birîndar kirin. Jixwe vê dewleta hova mêtinkar di her fersendî de ji kuştin û qirkirin û wêrankirina Kurdistanîyan têrnebuye. Vê rastîya hanê him di dîroka nêzîk de û him di demajoya sedên salan ve her weha buye.

 Xwanêye ku rewşa cîhanê piştgêrî û hevkarîya hêzên navneteweyî yekcar vê dewleta hov di kiryar û êrşkarîyên xwe de bêpaxav kirîye. Ew di girtinan de, di kuştinan de, di operasyonan de, di warê xebitandin û binavkirinên maf û xwestekan de yekcar bêpaxaf buye. Ji xwe ev demeke ku bi dehan gundîyan di bin navê teror û terorîstan de dukujin û birêndar dikin…

 Tenê di vê buyera dawînde tevde ciwanên 15-20 salî 35 kes ji gundek qirkirin: Navên van nemiran yên ku hatine zanîn evin: (ji gundên Bêcî û Roboskê bi ser Qilabanve)

 Seyit Enç, Özcan Uysal (15), Mehmet Encü, Nevzat Encü, Hamza Encü, Şervan Encü, Cemal Encü (15), Osman Encü, Şivan Encü, Bilal Encü, Mehmet Ali Tosun, Nadir Alma, Mahsun Encü, Salih Encü, Hakiki Encü, Yüksel Ürek, Salik Ürek, Serhat Encü, Adem And, Savaş Encü, Selahattin Encü, Bedran Encü, Hüseyin Encü, Aslan Encü, Cevat Encü, Erkan Encü, Selman Encü, Orhan Encü, Fadıl Encü, Vedat Encü, Cihan Encü, Fikret Encü, Hüseyin Encü, Erkan Encü, Zeydin Encü, Çetin Encü.

 Ji paşnavên wan jî xwanê ku hemî merivê hevin..

 

 Em Partî û rêxistinên Kurdistanî li Hollanda vê kiryara dewleta mêtinkar riswa dikin. Herweha em daxwaz ji dezgeyên fermî û sifil yên Hollandî û navneteweyî dikin ku li hember van hovîtî û zordarîya Dewleta Mêtinkar ya Tirk bêdeng nemînin, alîkarî û piştgêrîya wan nekin.

Bêguman heta Kurdistan azad nebe, neteweya Kurd ji bin nîrê mêtinkarîyê rizgar nebe, Kurdistan jî, neteweya Kurd jê ji van metirsîyên hovîtî û qirkirina rizgarnabe! Ji ber vê jî em daxwaz li gelê xwe dikin ku di rêya azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê de tim yek dil, yek rêz û yek hêzbin.

 Yekîtîya me hêza me ye!

Yekîtîya me serxwarî û tirsa mêtinkerane!

 

29-12-2-11

Hevkarî ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda

HEVKARî

Back to top button