Polîtîk

Steve Fagin xatirê xwe ji Kurdistanê xwest

Steve Fagin Konsolê Giştî yê Amerika li Hewlêra paytexta Kurdistanê ji ber dawî hatina erkê xwe yê li Kurdistanê, Hewlêrê bi cîh dihêle û vedigere welatê xwe.

Steve Fagin berî biçe Amerika peyamek pêşkêşî xelkê Hewlêr û Kurdistanê kiriye û dibêje: Li gel amadekariyên min yên ji bo bi cîh hiştina Hewlêrê ku ev du salên derbasbûyî wekî ku ez li mala xwe bûm, hez dikim spasiyên xwe pêşkêş bikim, li beramber hevaltî û bîranîn û pêkve bi dest ve anîna karên hêja û watedar.

Her wiha Steve Fagin dibêje: Karkirina li gel xelkê Herêma Kurdistanê yên ji bo wan armancên me yên hevbeş ji bo min şanazî û şeref bûye û li heman demê de jî bûye beşeke diyar û serekiya pîşeya min. Xweşhalbûm bi karkirina li gel Cîgirê Konsolê Giştî Elisabeth Rosenstock-Siller ku ew jî demeke nêzîk de Hewlêrê bi cîh dihêlê û her wiha tevahiya karmendên Konsolxaneyê ku li rêya wan ve Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka peywendiyên xwe li gel xelkê Herêma Kurdistanê da bi hêztir kiriye.

Back to top button