Nivîsar

Giringiya zimanê Kurdî û îflas a zimanê siyasetê!

Gelek cara behsa girîngiya ziman tê kirin, raste ziman gelekî girînge, heta wê radeyê girênge ku, eger miletek zimanê xwe ji destbide ji holê radibe û winda dibe. Hêdî kesek behsa wî miletî nake. Di dîrokê de gelek nimûne bi vî awayî hene. Yanî bi awayek din ziman heyîne mirov û faktorek girîng yê netewîbûnê ye.

Her kesek behsa zimanê Kurdî dike girîngiya bi karanîna ziman tê digihe. Lê gelo ew kesên behsa ziman dikin çikas ji wan rojane di jiyana xwe de zimanê Kurdî bi kartîne? Gelo siyasetmedarek, rewşenbîrek Kurd, rojane çikas bi zimanê Kurdî dixwîne û çikas bi zimanê Kurdî dinivîsîne.? Eger bersiva van pirsan her kesek ku behsa girîngiya zimanê Kurdî dike bi awayek rasteqînî bide , dê bêhtir girîngiya ziman derkeve holê û belkî ew kesayet bi xwe jî bi karanîna zimanê Kurdî de rastiya xwe bibîne.

Mixabin li bakurê Kurdistanê, rojname, malper û medya ku li ser navê Kurda weşanê dikin, Kurdî gelekî kême. Piranî zimanê Tirkî bi kar tînin. Ji aliyek din girîngiya bi karananîna zimanê Kurdî bi xwe jî Tirkî gotubêj dikin û dinivîsînin. Heta piranî dema Kurdî dipeyivin yan dinivîsînin bi Tirkî difikirin û Kurdî dinivîsînin.
Gelek cara hinek dibêjin ku , ziman bi tenê weseyetake ku mirov bi hevtêbigihe. Raste ev yek heta radeyekî rastiye, lê ziman faktirek bingehîn ya heyîna neteweyekî ye jî. Gerek Kurd di vê perspektîfê re behsa girîngiya ziman bikin. Mixabin dema mirov giringî û bi karanîna zimanê Kurdî bi Tirkî bike û bifikire ziman xirab dibe, têk diçe.

Li bakurê Kurdistanê partiyên siyasîyên kurd, piraniya wan zimanê Tirkî bi kartînin. Dema mirov dikeve malperên fermî yên partiyên bakurê Kurdistanê ev yek gelek vekirî dixweyê û behtir girîngiyê didin zimanê Tirkî.

Ji aliyek din ve, ji bo bi zimanê Tirkî behtir têdigihin, zehmet nakin ku bi zimanê Kurdî bixwînin. Ji bo vê yekê jî xwendina zimanê Kurdî gelekî kême. Yanî bi kurtahî behsa zimanê Kurdî û giringiya ziman tê kirin lê di malên xwe de li gel zarokên xwe Tirkî diaxêvin.

Ji aliyek din ve mixabin xalek gelek balkêş heye ku, divê her demî behsê bê kirin. Gelek kurd di nava siyaseta Kurdistana Bakur de, heta radeya herî bilind di rêxistinê de pêşve çûne, berpirsiyariya partî û rêxistinên xwe kirine, lê mixabin ferî zimanê Kurdî nebûne. Pirtûkên xwe, bîranînên xwe bi zimanê Tirkî dinîvîsînin , hinek ji wan piştre werdigerînin zimanê Kurdî. Gelo bi zimanê Kurdî binivîsînin û wergerînin zimanên din ne baştire?
Gelek kurdên ku ji rojava, ji başûr û rojhilatê Kurdistanê, tevlî PKKê bûne li wê derê hemû hînê zimanê Tirkî bûne. Ev yek sedema ku, di nava vê rêxistinê de, zimanê fermî Tirkî ye.Berpirsên PKKê yên Tirk yek xeber Kurdî fêr nebûne û tucara Kurdî neaxivîne. Heta wek îro yek partiyek ji bakurê Kurdistanê, bi biryara kongreyekî nedane diyarkirin ku zimanê partiyê Kurdiye. Wek nimûne bi tenê PDK-Bakur, sala 2005ê de kongreyê xwe de biryar girt ku zimanê partiyê Kurdiye û ev yek kir peyreva partiyê de. Vêca çikas bi karanî li ser sekinî ev pirsek dine. lê kêmasî destpêyek bû.

Gelo îro li bakurê Kurdistanê çend malper bi tenî zimanê Kurdî weşanê dikin? Eger em bersiva vê pirsê bidin, dê bersiva girîngî nedana ziman jî ji xweve derkeve holê.
Eger em kêmasî li himber zimanê xwe dirûsbin, divê di despêkê de li gel zarokên xwe bi Kurdî biaxivin, bila zimanê jiyana rojane di nava malê de Kurdî be. Heta ji derve li bajarên Kurdistanê, bila axavtina me bi Kurdî be. Eger mirovek ji beşek din ê Kurdistanê serdana gelek bajarên bakurê Kurdistanê bike, ew tu cara pê nahesê ku li bajarek Kurdî ye.

Bila heta mecal û imkan hebê zimanê rojane bi Kurdî be. Piştre em behsa girîngiya zimanê Kurdî bikin. Herkes bila ji xwe destpê bike.
Di vê derbarê de gelek nirxandin bi kûrahî mirov dikare bike. Lê niha evkas bes e.


Nûçe/Analîz

Back to top button