Cîhan

Almanya: Operasyonên tirkiye li navçeyên Kurdan ne yasayî ye

Hikûmeta Almanya êrîşên tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi neyasayî dizanê û dibêje, rewayetiya navdewletî ya wan nîne û li warê tendirustiyê da jî milyonek Euro hevkariya rêxistinên civaka sivil dikin.

Maria Flachsbarth Wezîra Karubarê Dewletê li Wezareta Pêşxistina Aboriyê li helwesteke çaverê nekirî ya Hikûmeta welatê xwe de operasyona “Kaniya Aştî” ya li Rojavayê Kurdistanê bi “nebûna rewayetiya navdewletî” wesif kir û got: “Di derbarê operasyona Kaniyê Aştiyê ve Hikûmeta Almanya ragihand ku nikarê hîç sedemek ji bo pêdana rewayetiya navdewletî bi wê operasyonê bibîne”.

Her wiha ji bo rêkarên dijî belavbûna virusa Korona li Rojavayê Kurdistanê de jî dibêje: “Hikûmeta Almanya dixwazê piştgîriya çend rêxistineke civaka sivil bike ku li kerta tendirustiyê da kar dikin”.

Back to top button