Polîtîk

Zanyarê Oxfordê: Koronavirus ne ji Çînê hat û ew berê jî hebû

Ji Zanîngeha Oxfordê Dr. Tom Jefferson da zanîn ku Koronavirus ne ji Çînê derket û belavbû, belku ew li her deverê cîhanê hebû û lê bi awayeke nivistî bû.

Dr. Tom Jefferson Pîsporê Navenda Tendirustiya Pêgirê Delîlan ya Zanîngeha Oxfordê li rojnameya Daily Telegraph ya Brîtanî re daye zanîn ku ev virus ji Wuhana Çînê derneketiye û ji berê de ev virus li gelek deverên cîhanê hebû, lê bi awayeke nivîstî bû. Lê belê ji ber şer mercên xwezayê ev virus bi awayeke çalak bûye.

Her wiha Jefferson daye zanîn ku berî ku li Çînê derkeve li Ewrupa hebû, Pîsporên Epidemiyolojiyên Îspanî li adara sala 2019 de li Barcelonayê rastî vê virusê hatibûn. Her wiha meha 12.2019 an de li bajarê Florianopolis ya Brezîlya û bajarên Torîno û Mîlano ya Îtalya Koronavirus hebû.

Li salên 1918-1920 an de nêzîkî 100 milyon kes ji ber şewba Îspanî canê xwe ji destdan, Jefferson li vî derbarî de dibêje: Li sala 1918 de li bajarê Samoa Rojava ya Îspanya her ji 3 kesan yek ji ber şewba Îspanî canê xwe ji destdan. Peywendiyên wan mirovan bi tu awayekê li gel kesên din tûnebû. Eve jî nîşana wê yekê ye ku virus ji deverê nayên û naçin devereke din. Ew herdem li vir bûn, lê belê hinek sedem hene ku wan çalak dike. Dibe ku şert mercên xwezayê û zêdebûna nifusa cîhanê yek ji van sedeman be.

Back to top button