Cîhan

Steînmeîer:Em dikarin arîkariya çekan jî ji bo Kurdistanê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter, der barê arîkariyên ji bo Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) got ku “Em dikarin arîkariya çekan jî li ser van arîkariyan zêde bikin. Îngilistan, Îtalya û Fransayê biryar dan ku van melzemeyan bişînin. Em jî amade ne ku vê yekê bikin.”
Steînmeîer bi Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen re li Wezareta Karên Derve civîna çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku Almanya plan dike ku heke hewce bike dikare ji HKIyê re arîkariya leşkerî û çekan bişîne.

Steînmeîer got ku rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraq (DÎŞI) azîneyên hovane bi kar tîne û destnîşan kir ku pêşketina DÎŞIyê ne tenê ji bo kurdan û Iraqê ji bo hemû herêmê xetereyek mezin e.

Steînmeîer diyar kir ku Ewropa û Almanya li hember geşedanan nikarin bêdeng bimînin û hişyarî da ku heke li hember DÎŞIyê pêngav neyên avêtin dê xetên parastinê yên kurdan bişkên an jî dê saziya siyasî ya Iraqê hilweşe.

Steînmeîer got ku piştî Civîna Lijneya Wezîran a îro bi Serokwezîr Angela Merkel, Arîkarê Serokwezîr Sîgmar Gabrîel û wezîrên parastin û maliyeyê re hevdîtin kirin. Steînmeîer destnîşan kir ku di hevdîtinan de li ser geşedanên dawîn sekinîn û da zanîn ku biryar dan hewce dike ku arîkariyên berfirehtir ji HKIyê re bişînin.

Steînmeîer axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em digel van arîkariyên ku niha dikin, dibe ku bifikirin arîkariyên din yên leşkerî jî bişînin. Îngilistan, Îtalya û Fransayê biryar dan ku van melzemeyan bişînin. Em jî amade ne ku vê yekê bikin. Em dê di vê mijarê de bi şirîkên xwe yên ewropayî û navneteweyî re di nav hevkariyê de bin.”

Steînmeîer diyar kir ku HKI ji Almanyayê teçhîzat û melzemeyên parastina leşkerî xwest. Steînmeîer got ku dibe ku arîkariyên ku dê hêza kurdan a lojîstîka leşkerî û qebîliyeta wan a tevgerê zêde bike bişînin, di vê mijarê de dê bi şirîkên xwe yên ewropayî re hevdîtinan bikin.

Steînmeîer ragihand ku rîskên der barê vê biryara me de li holê ne. Ji ber vê yekê dema em vê yekê bikin, em dê di mijara çarçoveya vê yekê de gelek hesasiyetê nîşan bidin.”

-Wezîra Parastinê Leyen

Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyenê jî wiha got: “Em amade ne ku wek rêgez di çarçoveya derfetên xwe de ji bo hêzên ku li HKIyê li hember DÎŞIyê têkoşînê didin, çek û cebilxaneyê peyda bikin.”

Leyenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lêkolînên me dê çend rojan berdewam bikin. Em dê di nav hefteyekê de daneyên ku dê di vê komîteyê de kom bin, binirxînin û pişt re der barê pêngavên ku dê bên avçrin de biryara xwe bidin.”

Leyen eşkere kir ku Almanya plan dike ku di rojên beriya me de arîkariya leşkerî ya ku tê de çek tunin bişînin herêmê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ya navborî teçhîzadek bi armanca parastinê ye. Em qala arîkariyeke berfireh a ku tê de êlekên ku gule derbas nakin, jenaratorên rewşa acîl jî hene dikin. Me hêj lîsteyê temam nekiriye.”

Çavkanî:AA

Back to top button