Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serkirdeyê Şîeyan Seyid Emar Hekîm dike ku spasiyên gelê Kurdisatanê bighîne Îsraîl.Emar Hekîm 2 caran gotibû ku dê tenê Îsraîl îtîrafê bi serxwebûna Kurdistanê bike.Di bersiva wan daxuyaniyan de, Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Birêz Seyid Emar Hekîm carekê di konferanseke rojnamevanî de li Qahîre û duhî jî li Tehranê gotiye ku tenê Îsraîl dê îtîrafê bi serxwebûna Kurdistanê bike.”


