Dosya

Kurdistana serbixwe dibe hokarê aramiyê

Peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, Kurdistana serbixwe dibe hokarê aramî û rehetiyê li Rojhilata Navîn û di roja 25.09.2017ê hevwelatiyên Kurdistanê beşdariyê di referendumê de bikin û bi dengdana xwe paşeroj û çarenivîsa xwe diyar bikin.Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 04.07.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Komeleya Nûneran ji bo Diyalogê kir û di civînekê de pirsa refernduma ji bna serxwebûna Kurdistanê hat gotûbêj kirin û ji civaka navneteweyî hat daxwaz kirin ku li pêşiya mafên rewayên gelê Kurdistanê rêgir nebe.Di sedsala borî de gelê Kurdistanê rastî tevkojiyan hat û li hember wan komkujî û tawanên bi ser gelê Kurdistanê de hatin civaka navdewletî bê deng bû, lê niha ew dem hatiye ku civaka navdewletî şaşiyên dîrokî rast bike.Dizeyî behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û îşaret bi wê yekê de ku sîstema federalî li Îraqê biserneket û hikûmeta Bexdayê bi berdewamî mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bin pê dike weke; birîna budceyê, bêbeşkirina pêşmerge ji çek û cebilxaneyê û şayîsteyên darayî.Peyvdarê hikûmetê tekîd kir ku, referndûma serxwebûna Kurdistanê di roja 25ê îlona 2017ê tê encamdan û xelkê Kurdistanê biryarê li ser diyarkirina paşeroja xwe bide.Weke tê zanîn baregayê Komeleya Nûneran ji bo Diyalogê li Londonê ye ji xwendekarên zanêngehên welatên Ewropayê pêk tê û dê heftiyekê li Kurdistanê bimînin daku ji nêzîk haydarî amadekariyên referendumê û pirsa serxwebûna Kurdistanê bibin.

Back to top button