Kultur

Soza rast (Newroz)

Hatiye xemilandin soza min û te canê

Li rûpelê dîrokê li ser dara kezwanê

Li kolanê cizîrê ser gora mem û zînê

Li birînê şehîda li ser tîpek evînê

Li ser lêvê zaroka li kezyên bûkê salê

Bi xeml û neqş û rewşe li ser heyv û hilalê

Li meydana çarçira li ser êşa halapça

Li ser çengê kevokê damarê bin kelepça

Li pêlê gola wanê li çîçekê bûharê 

Li hêlîna mê kewê liser şaxê çinarê

Şahî sema li dare bûye roja newrozê

Mizgîn li te hevalê kûlîlkê gewr û bozê

Xêzê xwe xweş dikêşin tev hozan û hûnermend

Dikêşin weyn û rista tû xecê ez siyamend

Bilbil bo me dixwînî bi awaz û bi fîxan

Ev ro şadî û cejne saz û govend û dîlan

Sorgûl der bûn ji xara sitem serê xwe danî

Bûhûşt hate ser xakê geş bûn sitêr li banî

Navê me va hevalê belav bûye li her der

Bi tîrêjê rojê re ji şefeqê go tê der

Fermo himbêza jînê têde rûnin bi şadî

Li ser textê  evînê ev ro lêye azadî

Xûrşîd bo te bi gorî nazika rind û ciwan

Bi xwînê da nivîsî dîroka memê alan

 

Xûrşîd Xelîl

[email protected]
[email protected]

________________________________________

Back to top button