Malper Nivîsar NEWROZ nameya hebûnê

NEWROZ nameya hebûnê

NEWROZ- nameya hebûnê.                                                  

( Dîrok…cejn..wate û hin agahiyên din )                            

Ji  hezarê salan û li Irana kevin cejn yan jî roja Mihrecan dihate pîrozkirin.
Mihrecan= Mihr- Xwedawend e—navê rojê ye ku  di roja 16 ê mihr de li cîhanê tête xuyakirin .
Mihr wiha  ji Mîrekun- Mîrecan dihate  binavkirin
Biherhalî  ta niha jî hin ji bawermendên ola Zardeştî nirxekî buha û herî pîroz didin tîrêjên rojê ku nîşana ronahiya Zarvan e (Yezdan -Xwedan ) ku Zardeşti yekemîn ol bû ku  pût û kevir ne parastibû  lê  bawerî bi Ahuramezda wekî xwedawendê xêr û bêrê , xweşiyî û ronahiyê dianî.

Mizgîn Hesko

Bê guman û piştî ku olên nuh derbasî herêmên kurdan bûn e ,pir cejn jî mirin û di nav dûmanê de windabûn nemaze piştî belavbûna ola Islamê ku wan ev cejn bi ola Zardeştî ve girêdidan.
Ji wan cejnan jî:
 
* Sede-agir
*Azarxiş
*Tîrcan
*Wehar-buhar

Li gor hin dîrokzanan Newroz bitenê ma û ta îro ji ber ku di  roja 21 ê adarê de Imam Alî bû Paşeng û ev li rasta cejna Newrozê tê. Ji lewra Şî,iyan rê dan e kurdan ku 21 adarê pîroz bikin.

Herwiha jî tête gotin ku di dema Emewiyan de , Kurdan û da ku Newrozê saz bikin pir zêr û bac didan Paşeng û desthilatdaran Amewî.

Fardosî û di Şahnameya xwe de tîne zimane ku Newroz berî zayinê di sala 700 de peydabûye
Ango û li gor Şahnameyê îsal 2013 zayinî ye û 2713 kurdî ye.

 .Li hin dibêjin ku  dema Impiratorê Medan yê sêyem Kiyaxses û  artêşa xwe ya hêzdar  Nînewa bi dirêjahiya sê mehan dorpêçkiribûn  û dawî  di qula ku ava çemê Dicle (Tîgris ) jê diherike nava bajêr derbasî Nînewayê bûbûn û di sala 612 b.z ew ruxandibûn e û di incamê de Impiratorê Aşûriyan Sardanapal xwe û xezîneyên xwe şewitandibûn . Wiha û piştî desthilatdariya ku pêtir ji 1000 salî domkiribû .Kurd biserketibûn û roja 21 ê adarê-roja biserkeftina xwe ya bê hempa dijî Impiratoriya dest bixwîn – pîrozkiribûn û agirê serxwebûna xwe û ya hemî miletên derhêlê vêxistinbûn..

( Li got Tewrata pîroz ev bûyer di sala 632 .b.z rûda ye )

 Belê û careke din û li gor dîrokzanan di heman salê de 612b.z Kawayê hesinkar Dehak kuştiye, Kurdan êdî agir nîşana biserkeftinê li serê çiyayên bilind vêxistine.

Lê û bi dîtina min ev dûrî rastiyê ye, çimkî û di dema imperatorê Medan yê yekem Diyagos ku ji sala 728 ta 675 b.z desthiladarî kiriye Zardeştî ola hemî Medan bû.û Newroz wî çaxî bêhtir cejneke olî bû û bi xurtî û ferehî dihat sazkirin , vejandin û pîrozkirin .berî wê buyerê jî  (ruxandina Nînewa yê ) ew hebû…ji lewra dîrok û sersala kurdî ji sala 612 b.z ne durist e.

Bi her halî ev ya dûrî rastiyê ye  ku Dehak  di dema ku  Medan zora Aşûriyan biribûn hatibe kuştin…!

Li gor salnameya Behayê ., Newroz destpêka sala nû ye û bi heman wateyê  di Newroznameya Omerê Xeyam de jî Newroz cejn û sersala nû ye.

Şerfxanê Bedlîsî û di Şerfnameyê de jî qala vê cejnê dike û helbestvanê kurd î bejin bilind , dengê vejîna netewa kurd di Mem û zîna xwe de jî pir caran Newroz wekî sersal û ji rewiştên ( adetên ) pêşiyên me binav dike û tîne ziman.

Ew û di beyta 489 –an de .. rûpelê 200 ji dîwana xwe  dibêje :

Roja ku dibûye îdê Newroz
Tezîm-i ji bo dema dilferûz 

Û di beyta 497- 498- 499- an de û di rûpelê 203 –de carekedin dibêje :

Dewra felekê ji bextê feyrûz
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz

Mebna li wî adetê mubarek
Şehrî û sipahiyan bi carek

Bajar û kelat û xanî berdan
Teşbîhî bi nijad û cerdan.

Wateya Newroz û di pirtûkên  Zara de ( Avesta ; Yasna ), mîna niviştên pîroz tête revakirin
Tê gotin ku xwedan Ahuramizd di roja Newrozê de Yaqût e û di roja Mihrecan de Zummrid e,bi wata ku çawa ew kevir buhan e wiha jî ew herdu roj ( Newroz û Mihr ) buha û pîroz in.

Di mîtologê de , du marên xirab li ser milên Dehak ê xwînmij çêdibin û li gor bijîjkên wî divê ew her roj mêjiyê taze yê du xortan bidê wan maran da ku têrbibin û êşa wî dijwartir nekin…lê û bi dîtina min jî ew çîrok dûrî rastiayê ye ..tekez û li gor zanistê  ew rewş tucarî nabe rastî.

Çîroka herî rasteqîn ev e jî …ku di dîroka kurdan de , Impiratorekî xwînmij û stemkar bi navê Dehak hebû…Dehak û da bibe padîşah radibe û bavê xwe Cemşîd dikuje û li se textê Padîşahiyê , di şaneşînê de rûdine .

Dehak welatên derdorê wêran dike , xortan dikuje yan jî wan tevan dîl dike û her û her zêr û kevirên buhadar berhev dike û çavên wî têrnabin, bi sedan ji hespên rewan kom dike û hîna jî pêhtir dixwaze û ji ber ne rehetiya xwe ya derûnî ku bavê xwe kuştiye û jiyana hezarên mirovên bê guneh têk biriye êdî ew rehet û aram nikare xewê bike û bihedanî rûne …şevekê xewnekê xirab dibîne .. û nîvê şevê ji ber êşa milên xwe radibe û gazî li bijîjkên şehreza û herî zana dike û ji wan dixwaze ku dermenekî ji êşa wî re bibînin û pirsgirêka wî çareser bikin yan jî ewê wan tevan serjê bike …hema yek ji wan bijîjkan dibêje ku dermanê wî  mijêyê taze yê  du zarokan e. yan du ciwanan e.

Dehak her roj du zarokan didê serjêkirin ta bi hemî zarwên Kawa ku ew bixwe hesinkarekî jîr û zana bû.
Kawa  dibînê ku Dehak dê kurê wî yê dawî jî  terxanî êşên xwe bike ,radibe hemî heval û hogirên xwe yê herî dilsoz li hev dicivîn e û hinekî li ser bûyerê bi wan re diaxife û ji wan re çekan  û ji xwe re jî çakuçekî  çêdike.

Gava leşkerên Dehak tên ku kurê wî bibin, Kawa ji wan re didê xuyakirin ku ew ê dê bi destên xwe û li ber çavên Dehak kurê xwe bikuje û mêjiyê wî diyarî  bike , ev tişt dilxweşiyê dide Dehak…gava Kawa çakûçê xwe hildide li şûn ku li serê kurî bide li serê Dehak dide û xelkê ji stemkariya wî rizgar dike .paşê hildikişe ser banê seraya Dehak û egir vêdixe..nîşana biserkeftinê di nav wî û hevalê ku li derdora şaneşînê û li serê çiyan dimînin…êdî hemî  êgir da didin , û dest bi şahî û semayê dikin..roja din ya nuh û bê Dehakê xwînmij Newroz binavdikin.

Newroz sersala kurdî ye, roja ku şev û roj wekî hev dibin, destpêka vejîna buharê ye, pîvazokên dibin axê de dest bi bişkivînê dikin û nêrgiz , berfîn û lale û bi sedan kulîlkên rengereng zozan , newal, zevî û serê  çiyayan dixemilîn in.,sir, berf, bahoz û seqem êdî namîn in.

Di Newrozê de hemî wateyên pîroz hene ..û her çendîn me êl, partî, û olên cuda, nerînên cuda hene Newroz dilan dike yek û bê ku hayê me ji me hebe me  bi hev  ve bi xurtî, bihêz û xweşî girê dide.

Newrozê cil û bergên kurdî parastin e. Stran, dîlok û semayên hîna ji demên kevnar de hezarbarkirine û keç û xortên kurd ew stran û dîlok jî ezberkirine û vegotin e, Newroz roja hevdîtina avîndara ye , roja hezê, evînê û bexteweriyê ye ( di roja Newrozê de Mem û Zînê li rasta hev hatine û ji hevdu hezkirine )  . Biserkeftina werzê buharê ye , ku piştî zivistana dirêj û tarî bi tireh û kulîlkên xwe xwezayê dixemilîn e.

Newroz,û li dijî zulm û zorê yekemîn serhildana kurdan e , yekemîn raprîn e , yekemîn tolhildan e, yekemîn biserkeftina kesên azadîxwaz in.

Piştî Dehakê dev bixwîn Kawa ji miletê Kurd dixwaze ku Ferîdonê dadperwer û jêhatî Padîşah ji xwe re bipejirînin û xwe li dora wî kom bikin û jê re alîger bin.

Her çendîn û di destpêkê de, cejnek olî bû lê îro ew cejna netewî ya milet û netewa Kurd e.

Hêjayê gotinê ye ku ev roj di 30 ê Rezbera 2009-an de û ji aliyê UNESCO ve , ji mîratgehên cîhanî hatiye pejirandin û ji bo me ev serkeftineke pir watedar û bê hempa ye. .

Herwiha û ji roja 10 ê gulana 2012-an ve – li gor biryara 64 – ev roj roja 21 adarê ji layê Netewên yekbûyî (UNO ) wekî roja  cîhanî ya Newroz hatiye binavkirin û pejirandin….di birayrê de wiha hatiye xêzkirin „ Newroz, aheng û cejn (Festa ) buharê ye, ji layê bêhtir ji 300 melyon mirov û berî 3000 sal î ve heye „

Newroz- navdêrekî mê ye
Bêhtir ji bo binavkirina  Keçan tê bikar anîn.
 Herweha ew di salnameya kurdî de navê meha yekem e.
 Navê kulîlkekê ye ( Bi latînî Linaria Vulgaris ) di buharê de ev kulîlk dibiskive.
Ji navên vê kulkîlkê jî .Bilbizêk-Bizbizok û Bizalik.

Her sal û dema we Newroz be….!

                                                                                 
 18 ê avdar ( Newroza ) 2013 z- 2713k

  Mizgîn Hesko

Çavkanî:

•    Tewrata pîroz
•    Wîkîpedya
•    Google
•    Dîwana Mem û Zîn a Ahmedê Xanî
•    Imperatoriya Med- ya hêja Ayhanê Bêrtî.
•    Hin jêder û gotarên cuda .

Bê nêrîn

  1. HOWTMAL – NEWROZ Û 52. 12, 7, 4, 3, 1 ROYAN ROCÎ GIRTIN\r\n\r\n(Xandevanên me destra hu bikin ku, min va nivîsa xa, -min çiqas ku karîya- bi zimanê Depê nivîsîye. Rastî jî, li ser nivîsa min ya berê we gelik xeberên rindik ji min ra gotin/$andin, mala we ava wî. Ji xa sedemên gotinên we bû ku, ez li ser gotinên Depê sikinîyam. Hûn berxadar bin.).\r\n\r\nHOWTMAL Û 52. 12, 7, 4, 3, 1 ROYAN ROCÎ GIRTIN\r\n\r\nHindik deweran xelkê Dêsimê (li Depê, ne dibêjin “Dêrsim”, ne jî dibêjin “Dersim”), di salekî da 52, 12, 7, 4, 3, 1 royan jî rocîyê digrin. Di meha Adarê da jî hindik royên din jî rocîyê digrin. Ew royên rocîyê, di salikî da tên çi maneyê, yanê wateyên wan royan çi ne..? Wekî din jî merî dikare bi gelik waran da helnî-daynî. Ji berku, çekûyên ku, ketine nav ziman, ew çekû manêyê/wateyê pirr tiştan da jî tê karanîn. Weki peyva pir, pîr..hwd.\r\n\r\n52 royan rocî girtin; di salekî da 52 hefte hene. Dibe ku ew 52 ro ser wî be..\r\n12 royan rocî girtin; di salekî da 12 mehe hene, ew 12 ro bo her mehekî ne..\r\n7 royan rocî girtin; di salekî de 52 hefte hene lê, ew heft jî (ji xa navê xa li ser e) ji heft royan pêk tê..\r\n4 royan rocî girtin; di selekî da 4 demsal (bihar, havîn, payîz zivistan) hene. Ew çar ro jî ew in..\r\n3 royan rocî girtin; ew rocîya Xizir e. Piranîya xelkê me, di meha sibatê, navbera 7-14 da vê rocîyê digrî. \r\n\r\nXandevan jî başdizanin ku, di vê rocîyê da, roya paşî avê venaxin (hindik derên din, hersê royan jî avê venaxin) ku, vê şevê ka kî avê bide van. Ji berku di vê şevê da, kî avê bide wan kesan, ew di jîyana rastîyê da jî dostên herî rind in.. Li ser kesên ku nezewîcîne li ser keç û xortan jî pirr girînge/muhime.\r\nDi vê şevê da ha keç, ha xort wî, di xemda xa da, kê avê bide wan, ew dibe destgirtîyê wê/wî..\r\n\r\nDi virada ez tiştekî din jî bibêjim; Tê zanîn ku, îro di pirr welatan da 14ê sibatê weki roya hezkirinê (Valantîna) tê pîroz kirin/bimbarek kirin. Lê, wan welatan ew roya (ez şaş nebim) 1857 da tespît kirine û wê royê virda, piroz dikin. Lê xelkê me, belkê bi hezar salene (ji berku Sersorí/Qizilbaşî berî Îsa, di jîyanê xelkê da pêkhatîye) tê pîroz kirin û îro jî dewam dike. Yanê bi kurtasî; ez diwêm, ew roya hezkirinê di nav xelkê me da weki roya pîroz tê pêşwazî kirin û ji ber vêna jî Xizirê me, bo xelkê din jî weki Xadê tê naskirin. Di virada, bila xandevanê me, mesela Xizir û Musa jî bîra nekin.\r\n\r\nDe ka îcar em warin rocîya yêkê.\r\n1 ro rocî girtin; Ew ro, 21 Adarê ye. Yanê roya howtmalê (Kirmancikî de war tê gotin) ye. Erê, gelik xelkê din jî vê royê pîroz dikin lê, xelkê me bi rocîyê pêşwazîya vê royê dike. Ji berku ew ro, ji me ra serê salê ye. Ka qat bikin, xelkê me vê royê çer bi bîr tîne;\r\n\r\n“Meha Adarê,\r\nmizgîna destpêka biharê ye. Li ser deşt û çîyan, kaş, tap û zînarên Kurdistanê barana berfê kêm dibe. Dar û ber hêdî-hêdî di bin berfa sar û qemir da derdikevin, di gelek cîyan da dar bişku didin, şilî û şepelî berfê dihelîne, xweza (tabîyet) tê guhartin. Hin kal û pîrên gundê me, di heft, neh, hivdeh û bîst û yekê vê mehê da rojî digirtin.\r\nTiştê ku tê bîra min, hemû kal û pîran bi taybetî jibo roja bîst û yekê Adarê `Îro roja nû ye, sersal e, ji me ra wek cejn e. Ji ber ku di vê rojê da sêla sur, ango sêla germ dikeve binê erdê, erdê germ dike, herd berfê dimêje, bi hemû nebatên xweza ve avis dibe. Heman wek dayîkek çito ku di zarok da ducan dibe` digotin. Bi rastî jî war e.. Ez jibo Dêsimê dibêjim, di vê mehê da rewş bi tevahî tê guhartin.\r\n\r\nMî, bizin, çêlek dizên. Kalandina berx û karikan, mûr e mûra golikan ji gel ra dibe awaz û melodîyek xweş. Dew, mast û rûn zêde dibin. Cotkar, nîr, hevcar û gîsinên xwe jibo cotê biharê amade dikin, kebanîyên malan; \r\n\r\n`Bihar e, Adar e, dew li dar e, \r\nhewa ne pirr germ, ne pirr sar e, \r\nli bin çêlekê golik, li bin mî yê berx, \r\nli bin bizinê kar e..` dibêjin. \r\n\r\nBi meşkan dew dikên, şap-şapa meşkan dibe melodî û awaz jibo gundîyan. Teyr û tûr jî di qul/kunik û şiketan da derdikevin, ew jî li hewa difirin, li biharê şadibin, ji xwe ra hêlînên nû çêdikin, têda hêkan dikin, kurt dibin çêlikan tînin der, ew jî wek me mirovan û hemû jîndaran/canan bi çêlikên xwe şa dibin.” ( JAN Û JÎYAN.. Riza çolpan).\r\n\r\nXandevanên bi qêmet.! Min ew rocîya rokê hewkî dirêj kir war nîne lê.! Erê ez zanim war e lê, merama min li vir tiştekî din e. Ez dibêjim ku, çiqas ku ez pê dizanim, di dîroka/tarîxa me da bi çekûya “Newroz” di vê royê da, ango 21 Adarê da qet netîye pîrozkirin, lê weki Howtmal herdem hatîye piroz kirin. \r\n\r\n(Bila xandevanên rêzdar jî çekûya Pîroz hewkî helnî daynin.. Gelo ew ji çekûyên “pîr û roz”ê nayê.. Ew herdu çekû jî îro di Kirmanckî tên karanîn. Em dikarin biwêjin ku, çekûya Newroz jî war e. Ew çekû jî di Kirmanckî da îro tê karanîn, weki “newe û roz”).\r\n\r\nAzerî, Faris, hindik dewerên Afxanistanê.. jî 21 Adarê pîroz dikin. Gelik civak, dewlet.. dibêjin ku, 21 Adarê da Cemşît (gelo ew çekû ji “cem” tê.!) bûye desthelatdar, an jî dibêjin Cem$ît jidayîk bûye, ji ber vêna jî em vê royê pîroz dikin.. Cemşît jî nêzik 2700 sal berê ye, lê weki nêzik dema Medan e jî..\r\n\r\n(Ew mesela gîrmîya aşûre jî, bi mesela Cem$ît ra girêdayîye. Ji berku ew aşûre ji navê A$ûrîyan tê. Weki navê xarina bi navê îskender ku, ji navê Îskenderê Mekedonî tê..hwd).\r\n\r\nBila neyê bîra kirin ku, dewleta Selçûqîyan jî 21 adarê, weki sersal pîroz dikin.\r\n\r\nDi vê mijarê da jî, rêzdar M. Emîn Bozarslan dibêjî ku; min tarîxa Kurdistanê da pirtûkên ku hatine çapkirin/we$andin, yên ku heta roya îro min xandine, qe pirtûkekî da nanivîse ku Newroz, 21 adarê da tê pîroz kirin. Erê, gelik pirtûkanda qala newrozê dikin, weki Meleyê Cîzirî, Ehmedê Xanî..hwd, lê qet nawêjin Newroz 21 Adarê da ye..\r\n\r\nEger hûn rûdana/mesela Kawa û Dehaq bibêjin, ew rûdan jî di meha Adarê da çê nebûye.. Di vê mijarê da jî gelik nêrinên cûda hene lê, hindik kes diwêjin ew bûyer navbera havîn û payîzê da çê bûye..\r\nMijara Kawa û Dehaq jî aha bi vê $êweyî hatîye rojeva me; Li Tirkîyê hindik perpirsên dem/dezgehan û hindik ronakbîr salên 1957-60î da qala Newrozê dikin, ew dixazin ku roja Newrozê, rûdana Kawa û Dehaq bi 21 adarê ra bikin yek.. \r\n\r\nPîrozkirina Newrozê jî salên 1960î da dest pê dike lê, Howtmal/heftmal weki jîyana Sersoran, taybet li Dêsimê gumane tev jîyana merîyan da dest pêkirîye. Tê zanîn ku, ji xa ro li cem Sersoran, $unda xadê da ye.. \r\n\r\nBi Kirmanckî Olî/heftreng/Bûkabaranê jî bila bisekine carik din.. Lê divê ez wê jî biwêjim; di zimanê Kurdî da çekû/peyva “ol” jî, ne ku ji “yol” a tirkî tê, ew çekû jî, ji Kirmanckî ya “olî” tê. \r\n\r\nKa biskinin ez li vir tiştekî din bibêjim. Na na, ji mijarê dûr nakevim;\r\nHindik Kurdên me qe ji Alaya Kurdistanê hez nakin.. Sedem jî ew e ku, qey li ser Alayê roya zerî hey.! Lê, ez vî jî bibêjim; yê ku ez pêdizanim, ango xewera min jê hey, di nav gelê Kurdistanê da yên herî zêde ku jî vê Alayê hez dikin, ew jî Ezîdî ne, Sersorin, Kakayî ne, Ehli-Heq in..\r\n \r\nGotina dawî jî bila ew wî; Bimînin di parastina Kurmancîyê û Kirmancikîyê da..

Nerîna min :