Sosyalista got: Êdî bes e
Rêxistina Sosyal Internatsyonal di heftiya çûyî de li Kosta Rikayê civîna xwe ya salane saz kir û di civînê de li ser rewşa Tirkiyeyê rawestan hikûmet û serokwezîrê Tirkiyeyê ketin ber rexneyên civînê.
Rêxistina Sosyal Internatsyonal di daxuyaniya xwe ya dawiya civînê de îşaretê bi rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê dike û bi dijwarî rexneyê li Erdogan û hikûmeta wî digire û dibêje:
– Niha zêdetir ji 60 rojnamevanan li Tikriyeyê di zîndanna dene. Piştî referenduma sala 2010ê sîstema dadweryê li Tikriyeyê kete bin kontrola hikûmetê û azadiya ramanê û demokrasî li Tirkiyeyê xetimîye.
Rêxistina Sosyal Internatsyonal di daxuyaniya dawiya civîna xwe de bang li hikumeta tirkî dike ku rê li pêşiya azadiyan veke û dibêje:
– Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku hurmetê ji azadiya ramanê, serbixweyîya dadweriyê û pirensîpên demokrasîyê re bigire. Em, bi dijwarî Erdogan şermezar dikin û lê re dibîjin êdî bese.
Li Tirkiye CHP jî endamê rêxistina sosyalist Enternasyonalê ye. Herweha ji partiyên kurdan jî YNK jî endamî rêxistinê ye.
Rojevakurd