Civak

Sosin MihemedXanî Xiyaswend hate destgîr kirin

Kerec –  Sosin Mihemedxanî Xiyaswend çîroknivîs û fîlmname nivîsa Kurd, roja pênçşemê li mala xwe ya li Kerec hate destgîr kirin.

Li gor jêderên nûçeyiyên Rojhilata Kurdistanê: Hêzê ewlehiyê roja pênçşema derbasbûyî ji bo lêpirsînê çûne ser mala Sosin Mihemed Xiyaswend û paşê wê destgîr kirine.

Heta amade kirina vê nûçeyê sedema destgîr kirina wê nivîskara Kurd nehatiye zanîn û her wiha ji aliyê kijan aliyan ve jî hatibe destgîr kirin tu zanyarî tûneye.

Xiyaswend ji bilî karê hunerî bi warên çandî jî li Kurdistanê jineke çalak bû.

 

(Warvîn)

Back to top button