Cîhan

Sloveniya konsolxaneyeke fexrî li Hewlêrê vedike

Wezîrê derve yê Slovenyayê Samuel Zbogar ragihand ku ew dê bi armanca zêdetir pêşvebirina têkiliyên xwe yên digel herêma Kurdistanê, konsolxaneyeke fexrî li bajarê Hewlêrê vekin.
 
Samuel Zbogar di daxuyaniyeke de li roja 16.7.2011ê ji AKnewsê re got:
– Wek hikûmeta Slovenyayê, em welatekî gelekî biçûk in û îmkanên me yên pir mezin nînin, lewra emê destpêkê konsolxaneyeke fexrî li Hewlêrê vekin ku dê zêdetir bi karê bazirganî û aborî mijûl be.

Zbogar diyar kir ku ew niha li Kurdistanê li kesekî digerin ku karê vekirina konsolxaneya fexrî bi cih bîne û wan digel serokê herêma Kurdistanê û serkirdeyatiya siyasî ya kurdî gotûbêj kiriye ku bo wî karî, kesekî jêhatî û hêja bê destnîşankirin.

Wezîrê derve yê Slovenyayê ku di heman demê de wezîrê aboriyê yê wî welatî ye jî, got:
– Em dixwazin li herêma Kurdistanê di warên têkiliyan, çandinî û enerjiyê de kar bikin.

Zbogar duhî serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û di çarçoveya serdana xwe de digel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  civiya û hevrê digel waliyê Hewlêrê serdana kelheya dêrîn a bajarê Hewlêrê jî kir.

Back to top button