Bersîvek ji bo çendîn tometên li nav rojnameya Hawlatî
Li dirêjiya wê helmeta nerewayiya li dijî proseya çaksaziya Serokê Herêmê li holê daye. Ev demeke hinek rojname û dezgehên ragihandina Herêmê, zanyariyên nerast û netemam li ser encama karên lîjneya duvdaçûna projeya çaksaziya Serokê Herêmê belav dikin. Her wekî ku li rûpela yekema hejmara 746 ê roja çarşema 06.07.2011 ê rojnameya Hawlatî da, babetek hatiye belavkirin ku komek zanyariyên dûrî rastiyê li xwe digrê. Guman li wê yekê tê kirin ku jêderê zanyariyên vê rojnameyê ew kes bin ku ji rêkarên vê lîjneyê ziyanê dîtibin. Ji bo wê yekê ev zanyarî û mebesta wan rengê xwe daye vê rojnameyê.
Li vir da ji bo raya giştî radigihînîn ku tevahiya van zanyariyan ji rastiyê dûrin û li gel araste û pêverên projeya cenabê Serok naguncên. Ji ber ku Serokê Herêmê li vê projeyê da bi tenê armanca serweriya yasaye û kes li çarçêweya vê projeyê jî da li rêkarên yasayiyan nayên derxistin. Bi berevajiya manşêta rojnameya nav bihurî jî, Serokê Herêmê lêpirsînê ji kesên nêzîkî xwe ve destpêkiriye.
Li bersîva van êrîşande ev daxuniya li ser wan projeyan dixîne rû ku li rojnameya nav bihûrî da hatiye bi nav kirin.
Projeya Gundê Zeytun:
Ev proje yê kesek buye ku weku kesekî nêzîkî Serokê Herêmê tê zanîn û îcraat li gel hatiye kirin lê belê rojname wiha behs kiriye ku ew îcraat ne rewane. Rastî eweye ku li gor vê projeyê diviya 10000 deh hezar xaniyên nîştecîhbûnê bête dirûst kirin. Lê belê xwediyê projeyê li çendîn xalên peymanê û rênimayiyên veberhênanê nekiriye. Ji bo wê yekê diviya peymana wî li gor yasa bihata hilweşandin. Lê belê nêzîkî 2800 xaniyên nîştecîhbûnê ji aliyê welatiyan ve hatibûn çêkirin û çend qonaxekî qist ji wan hatibû wergirtin. Ber bi çav girtina berjewendiya wan hemû welatiyan, tenê ew beşa projeya ku maye û hemû zewiyên din jê hatiye wergirtin. Her wiha xwediyê projeyê hate girêdan ku 500 şuqeyên nîştecîhbûnê bi bê beramber ji bo xelkê kêm deramet dirûst bike ku Hikûmet cîh û çawayiya avakirina wan diyar dike. Ev rêkar jî bi tevahî yasayî bûne û pêşniyarên din jî ji bo çawayiya pêwendîkirina li gel xelkê kêmterxemiya nav dam û dezgehên Hikumiyên pêwîst bi van projeyan xistine rû, ku aliyê pêwendîdaran bi cîhkirina wan radibin.
Projeyên Zîn, Gundê Îtalî 2 û Gundê Aram:
Her sê projeyên ku li yek pirsek da hevbeş bûne, ew jî eweye ku bi sedema kêmterxemiya Wezareta Bajarvanî, li ser zeviyekî mîrî ku ji bo dam û dezgehan hatiye terxan kirin. Cîh ji bo wan hatiye destnîşan kirin. Her du projeyên Îtalî 2 û Aram bi tevahiya li beşa başûrê wan zeviyên mîrî hatibû dayîn û nêzîkî nîvê projeya Zîn jî xistibûn nav beşa bakûrê rojhilata zeviyê hatiye destnîşankirin. Ev zevî bi giştî li nav dewacina Ehmed Îsmaîl buye û li gor master planê êdî ev cîh ji bo dewacinê nikarê bibe. Lê belê bi sedema wê yekê ku hê jî dem li serçûna peymana dewacinan mabû xwediyê projeyê dikaribû ji bo danîna projeya nîştecîhbûna wê cîhê bike. Berê jî 5 projeyên bi vî awayî ji bo beşa bakurê wê cîhê hatibû pêşniyarkirin ku bi sedema nerazîbûna Ehmed Îsmaîl hatibû rakirin. Lê belê paşê wî bi xwe rizamendiyê tenê ji bo projeya Zîn dabû û aliyên hikumiyan jî tu astengiyek nebuye. Lê belê nediviya beşekî wê zeviyê bikevê nav zeviyê mîrî. Projeya Zîn li ruyê rêkarên yasayiyan û muhleta veberhênanê tu pirseke xwe nebuye. Lê belê li ruyê diyarkirina sînora zeviyê ve pirsa xwe hebuye. Projeya Gundê Aram jî li ruyê muhlet û rêkaran ve pirsa xwe nebuye lê belê bi giştiya rûbera terxankirî li nav zeviyên mîrî buye. Projeya Gundê Îtalî 2 tenê biryara terxankirina zeviyê hebuye û hê jî muhleta veberhênanê wernegirtibû. Li çarçêweya îcraatan da her du projeya Aram û Îtalî 2 hatin hilweşandin ji ber ku dest bi kar nekiribû û hatiye pêşniyar kirin ku cîheke din ji bo wan bête terxan kirin. Wate muhleta wan berdewame, tenê cîhê zeviyan tê guhertin. Lê belê projeya Zîn destpêkiribû û bi giştî 1000 xaniyên nîştecîhbûnê zêdetir 980 xanî hatibûn firotin û kar têda dihate kirin. Wekî projeya Zeytun, nedibûya berjewendiya 980 malbatan ber bi çav negrin. li demek de ku kêmterxemî ne yê xwediyê projeyê û ne yê xelke. Belku yê aliyê hikumiye pêwendîdar bi terxankirina zeviyê û îcraata pêwîst jî li dijî kêmterxeman hatiye girtin û biryara nû jî hate dayîn rêgirî li her têkdanê dinê li masterplane.
Projeya Florya:
Ev proje li bingehê de ji bo dirûstkirina şuqe ji bo xelkê kêmderamet buye. Yekemcar kompanyayekî Tirkî ji bo dirûstkirinê rabubu ku têda serneket û li aliyê Hikûmetê ve lêpirsîn li ser kompanyaya Tirkî hatiye tomarkirin. Ji wê demê ve proje hatibû ragirtin. Bi vê dawiyê proje ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve xistine çarçêweya projeyên veberhênanê û plana wê jî hatiye guhertin ji bo xaniyên giranbiha û vîlla, ku eve jî karekî şaşe û lîjneya çaksaziyê jî bi eşkere vê raya xwe derbiriye. Ji ber ku li çarçêweya veberhênanê da ev proje xizmeta xelkê kêmderamet nake. Li vê heftiyê da lêkolîna lîjneya çaksazî li ser projeyê bi dawî hat û lîjneya me raya xwe bi vî awayî xistiye rû ku proje ji veberhêner bête wergirtin û bidin Wezareta Avadankirin û Nîştecîhbûnê û bi piştgiriya darayiya Hikûmetê ev proje ji bo heman mebesta berê û ji bo xizmeta xelkê kêmderamet bihête bikaranîn. Ji bo wê yekê ev tometa ku bergirî li veberhêner hatiye kirin tometekî ne bi cîh û ne raste.
Projeya Bajarê Befrîn:
Piştî lêkolîna lîjneya me ya li vê projeyê, derket ku peymana vê projeyê li sala derbasbûyî li gel desteya çandinê ve hatiye hilweşandin û li gel vê yekê jî li karên xwe de berdewam buye. Her ji ber vê yekê jî ji aliyê desteya nav bihurî ve lêpirsîn li ser cîh bi cîhkarê projeyê ve hatiye tomarkirin û derencama vê dawaya yasayî jî ji aliyê dadgeh û pileya binbirê ve li berjewendiya desteya çandinê wergirtiye. Niha li ser aliyên pêwendîdarane ku biryara dadgehê cîh bi cîh bikin. Ji ber vê sedemê jî lîjneya me piştgirê biryara dadgehê buye û li ruyê yasayî ve jî nabê lîjneya duvdaçûnê pirsek çêbike ku li ber dadgehê bê an jî hatibe yek alî kirin.
Projeya Azadî Nuwê:
Zanyariyên rojnameya Hawlatî netemawe. Navê bajarê (Bajarê Azadî) ye û beşeke ji projeya bi navê (ATCONZ) û xwediyê wê welatiyekî Aşûriye. Ev proja ku rûbera wî 400 donime, duvdaçûn li ser hatiye kirin li ruyê yasayiyê ve jî tu pirsgirêkê xwe tûne. Ji bo wê yekê lêpirsîn li hember xwediyê wê nehatiye kirin.
Di derbarê projeyên Silêmanî:
Lîjneya me çendîn car serdana Silêmanî kiriye û dam û dezgehê îdariyan li Silêmanî gelek hevkar û hemahengiyê li gel lîjneya me kirine. Li sînorê Silêmanî jî bi peyrewkirina biryarên Serokê Herêmê çendîn musatehe(zeviyên bi kirê) hatine hilweşandin. Dosyeya lêkolînê li ser çendîn projeyan pêkhatiye û lêkolîn li ser hinek projeyan jî bi dawî hatiye. Encama lêkolînê jî ji gelek projeyan jî radestî dawakarê giştî hatiye kirin. Li Hewlêr û Silêmanî û Dihok bi yek şêvê pêwendî li gel kesan hatiye kirin û her dengek cûda kirina li ser vî warî bi ne bi cîh dizanîn.
Di derbarê tometkirina endamên lîjneyê:
Cîhê daxe ku rojname dur ji bihaya mirovî û rojnamevaniyan, bi bêyî belge vî xelkî bê bingeh tometbar dike û bi bê beramber beşdarî li proseyeke nîştimaniya wiha pîroz da dikin. Endamên lîjneyê nirxandin û baweriya cenabî Serok hatine hilbijartin û li gel hemû astengan kar û erkên xwe de ji bo ji holê rakirina gendelî û çaksaziyê bi şêrane karên xwe de berdewamin û li benda wê yekêne ku hemû aliyê siyasiyan û hemû kert û çîn û tuwêj bi bêyî tu armancekî tengê siyasî û kesî, piştgirê vê projeyê bin. Pişta me yên endamên lîjneyê bi baweriya Serok bi hêze û pêşeroja paqija karê xwe û kî her belgeyekî li ser lîjneyê heye bila bîxe rû, ne xwe tometbarkirina bi bê belge ji bo endamên lîjneyê jî bi gendelî û asteng dirûstkirina ji holê rakirina gendeliyê dizanin û îro gelê me jî li kes qebul nake ji bo destkeftê siyasî û berjewendiya tengê kesî, bergiriyê li gendelan bike û astengê ji bo pêvajoya çaksaziyê dirûst bike. Ji niha pê de lîjneya duvdaçûna projeya çaksaziya Serokê Herêmê jî bi mafê xwe dizanê ku rêkarên yasayî li hember wan kes û aliyan li ber bigrê ku bi bêyî belge tometan dixine stuyê endamên vê lîjneyê.
Lîjneya duvdaçûna projeya çaksaziya Serokê Herêmê
16/07/2011