Di serê vê Sedsala Bîstûyekê de, li Swêdê çend kes derketine holê û dibêjin ku ”Kurdiya Anatoliyayê, ne devokeke kurmancî ye lê zaravayekî Zimanê Kurdî ye.” Min ji mêj ve guman dikir ku wê rojek bê û tiştekî wisan derkeve holê. Ji ber ku ev siyaset jî, beşek ji siyaseta ”Kantonên Kurdistanê” ye.

Çewa ku Cuntaya faşîst (12-9/1980) a bi serokatiya Kenan Evrenê devşîrme , Ebûbekirê mamosteyê tirkî hinart Swêdê û pê kovarek bi navê AYRE dane derxsitin û xwestin ku bidin peyitandin ango ”Kirdikî/Dimilî (Zaza) ne Kurd in û zimanê wan jî ne zaravayekî Zimanê Kurdî ye…” niha jî ev dîtina ku kurmancîya Kurdên Anatolyayê jî ne devokeke kurmancî ye, lê zaravayekî Zimanê Kurdî ye, eynî dîtin e û ji çavkaniya ku axa Kurdistanê jî wek kanton dabeş kirine derketiye holê.

Ebûbekirê ku serkêşiya dîtina ”Zaza ne Kurd in” dikir, ji desteka Cuntaya Tirkiyê zêdetir desteka mezintirîn ji Ermenistanê werdigirti.

Li Ermenistanê komîteyek ji pênc kesan avabûbû, sê kes Ermen bûne û du jî Kurdên Êzîdî bûne. Hersiyên Ermend digotin ”Zana ne Kurd in, lê bi nijada xwe Ermen in. Ji bo ku di nava bisilmanan de neheşifin jî, xwe kirine Elewî. Elewîtiya wan jî filehtî ye…”

Ew du Kurdên Êzîdî jî her digotin ku ”Êzîdî ne Kurd in…”

Piştre parastina Ermenistanê lêkolîneke nihênî li ser wê komîteyê kiriye û demildest ew kesê ku paşnavê wî MÛRADOV bûye, dema pere ji peyayên Cuntaya Tirkiyê wergirtiye, ew desteser kirine û dadgeha Ermenistanê jî 14 sal seza daye wî (Di vî warî de gelek belge hene).

Ew kesên niha dibêjin ku axaftina Kurdên Anatoliyayê ne devokeke kurmancî ye, wê sibehê jî bêjin ”Kurdên Anatoliyayê jî, ne Kurd in û di navbera Kurd û Tirkan de hatine heşifandin…”

Li gor lêkolînan diyar e ku hemû Kurdên li Anatoliyayê, her yekê wan eşîra xwe diyar e û beşên mezin ên eşîrên wan îro bi eynî navê hem li Bakûrê Kurdistanê hem jî li Başûrê Kurdistanê hene.

Ji bo ku meriv devokekê yan zaravayekî bizanibe ka ji kurê ye û ji çi zimanî ye, pêşî divê meriv lêkolîneke berfirek li serê bike û peyvên wê, hevok û termên wê derxîne holê, bide peyiyan û rûqal bike, bibêje ku rastiya wî devokî/zaravayî ev e û ji yên dî cudatir e. Hingê wê saziyên zanistioyê biryar bidin, dê bêjin ERÊ yan NA.

Lê ev demeke dirêj e ku kovarek bi navê BÎRNEBÛN ji aliyê Kurdên Anatoliyayê ve tê weşandin. Nivîsên wê tev bi Kurdiya Kurmancî ne. Ev kovar bi xwe jî nerastiyê dipeyitîne ku axaftina Kurdên Anatoliyayê devokeke kurmancî ye.

Gelo di serê vê Sedsala Bîstûyekê de çi tiştekî zanistiyê derketiye holê ku dibêjin: ”Axaftina Kurdên Anatoliyayê, ne devoka kurmancî ye?”

Di nava neteweyên mîna yê Kurd û welatên mîna yên Kurdistanê de, wê hêj gelek tiştên din ên xirabtir jî derkevin holê.

Eger sibe dusiba hinek Kurd derkevin holê û bêjin: ”Henefiyên li Kurdistanê ne Kurd in, bila kes şaş nebe…”

Kurd netewe ye, Zimanê Kurdê xwediyê çar zaravan e û tê de 33 devokên cuda hene. Ev tev dewlemendiyên Çanda Kurdî ne ku Xwedayê mezin kiriye para Kurdan.

Yezdanê mezin bi Ayetên xwe, hebûne Kurdan û ya Zimanê Kurdî peyitandiye.

23/ 03/ 2020
Zeynelabidin Zinar

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: