Nivîsar

Siyaseta nijadperest dawiyê desthilatdariya AKPê ye

Tirkiye li bajarokê Serê Kaniyê dadgehek leşkerî vekir û di tabeleya dadgehê de bi zimanê erebî û Tirkî hatiye nivîsandin.  Ji berî her tiştekî ji %80 nişteciyên Serê Kaniyê kurdin û yên din erebin. Yek tirk tenê wek niştecî li Serê Kaniyê tuneye. Lê ev tabeleya hatî nivîsandin behtir niyeta Tirkiye li herêmê dide kifşkirin.

Tirkiye bi rêya beşek ji muxalefeta Suri nikare yek bost axa Kurdistana Rojava dagir bike. Eger Tirkiye vê yekê bixwaze bike û siyaseta xwe ya îro de berdewambe dê ev yek bibe agir û bikeve di nava vî welatî de. Herweha heman siyaset dikare dawiya desthilata Erdogan bi xwe jî bîne.

Erdogan di salên 2005ê pê de di derbarê Kurdan de gavên baş avêtin, bi vê yekê jî gelek ji Kurda pişgiriya Erdogan û AKPê dikira. Lê niha dema siyaseta nijadperset wek MHPê li dijê kurda bê rêvebirin dê bersiva Kurda di hemû warî de gelek tund be û Erodan û AKPê jî winda bike. Mixabin Erdogan îro siyaseta Devlet Bahçelî rêve dibe û ev yek dê bibe sedemek bingehîn ku AKP têk herê.

Li rojavayê Kurdistanê pêvajoyek nû destpê dike, siyaseta PKKê li vê deverê îflas kir. Niha jî siyaseteknû derdikeve holê û ev siyaseta nûjen PKK derve dihêle. Eger ew siyaseta ku îro Mazlûm Ebdî pêşkêşiyê dike li gel ENKSê û hêzên ENKSê hevkariyê bike û di mercên rojavayê Kurdistanê de gava yekem di nav Kurdan de yekrêziyekî avabikin, dê bibe nimûneyek ya yekitiya Kurda li ser xetek netewî.

Yekitiyek li ser bingehê destxistina mafên rewa yê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bê avakirin, dê pêşerojê de Yekitiyek Netewî li ser bingehêk Kurdistanî jî bête avakirin. Dê hingê Kurd behtir bikaribin qada navnetewî de tevbigerin û ji bo parastina destkeftiyên xwe bi hêztir bibin.

Dê hingê cardin tabelayên erebî û tirkî li deverên Kurdistanê jê vekin û rê nedin nijadperestan ku ya dilê xwe pêkbînin.

Tirkiye di rewşek xirab de ye, bê karî gihatiye asta herî bilind, rewşa darayî ber bi têkçûnêveye, edalet tenê wek gotinekî maye. Di welatekî weha de desthilatdarî gelek zehmet dibe û siyaseta xelet serê xwediyê xwe dixwe.

Nûçe/Analîz

N.F

Back to top button