Nivîsar

Siyaseta 2 rû û rastiya PKKê !

Siyaseta ku li ser derew û dezinfarmasyona hatî avakirin dê rojekî de ku, tu hewcehiya dijmênan li wan nemîne  , li ser rûyê xwe li erdê bikeve. Gelek cara li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û şerê artêşa Tirkiye û çekdarên PKKê li başûr minaqeşeyên cidî hatine kirin û nirxandinên cuda di vî warî de hatine rojevê. Her care hatiye gotin ku PKK bi gelek zanebûn berê Tirkiye dide başûrê Kurdistanê û şerê xwe bi vê armancê derbasî başûr kiriye.

Herkes dizane ku qada şerê PKKê ne li başûr li bakurê Kurdistanê ye. PKK li başûrê Kurdistanê li devera çiyayê Qendîl dimîne û rêveberiya PKKê li devera Qendîl, Silêmaniyê û Mexmûr siyaseta têkbirina başûrê Kurdistanê rêve dibe. PKK li bakurê Kurdistanê gundek rizgar nekiriye ,lê li başûr hinek deveran kontrol dike û desthilatdariya xwe ragihandiye.

PKK bi hemû awayî şerê PDKê gelek bi zanebûn û di çerçoveyek hatî dîzayn kirin de dike. Di bingehê xwe de PKK şerê serxwebûna Kurdistanê dike û dixwazê bi hemû hêza xwe şerê aliyên ku serxwebûna Kurdistanê diparêzin bike. Ji ber ku armanca sereke ya PKKê xetimandina rêya ber bi serxwebûnê ve diçê ye. Her Kurdek, siyasetmedarek, aliyên siyasî, nivîskar û rewşenbîr vê yekê baş dizanin. Lê mixabin piraniya wan siyaseta durû rêve dibin û li gora berjewendiyên xwe yên rojane nirxandina dikin. Gelek ji wan behsa yekitiya Pêşmerge û Gerilla dikin. Gerek herkes baş têbigihe ku armancên Pêşmerge û Gerila ji bo şer dikin ne yekin . Pêşmerge ji bo destxistana famên Kurda yên netewî şer dike û armanca wan a nîhayî serxwebûna Kurdistanêye. Pêşmerge di bin Ala Kurdistanê de rêve diçe û hewldidin destkeftiyên netewî biparêzin.

Gerilayên PKKê ne ji bo mafên netewî û ne ji bo serxwebûna Kurdistanê şer dikin. Ew li gora rêveberên wan didin xûyakirin nahêlin dewletek netewî ya Kurda bê damezirandin û ji bo astenga di rêya serxwebûnê de çêbikin şer dikin. Yanî kurt kurmancî Gerilayên PKKê ji bo rêgiriyê li siyaseta damezirandina dewletek Kurdî bikin şer dikin. Ne di bin ala Kurdistanê de ,lê di bin ala PKKê de dixebitin.

Li vê derê pirsek derdikeve holê. Gelo ew aliyên doza serxwebûna Kurdistanê dikin yan jî welê xwe didin nasandin  ji bo çi li himber hêzên ku şerê serxwebûna dikin dengê xwe bilind nakin û durûtî ye dikin? Pêwiste her kurdek bikaribe bi zelalî bersiva vê pirsê bide.

Li bakurê Kurdistanê cara yekêm rêxistinek bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê derket holê û Ala Kurdistanê bilind kirin û ew siyaseta ne Kurdistanî ya PKKê tuzek bê jî şkinandin û gelek bi zanebûn navê Kurdistanê bi karanîn û awayek yasayî dan qebûl kirin. Lê mixabin gelek aliyên ku siyasetê durûtî dikin, eşkere û weşartî şerê ciwanan kirin. Li Kurdistanê siyasetmedar heta rastiya xwe neynin ziman û bi cesaret ji bo armancên xwe yên nîhayî xebatê nekin, bila bê dengbin dê behtir xizmeta siyaseta ber bi serxwebûnê ve diçe bikin.

Siyaset ne durûtiye. Siyaset li gora hinek pîvana tê kirin, helwest li gora hinek pîvana tê danîn. Lê mixabin piraniya aliyên Kurdistanî naxwazin vê yekê bibînin. Yekitiyek Netewî di navbera hêzên netewî de tê avakirin. Ne bi slogana û li ser derewan û tektîkiyên demikî yekitî çêdibe. Bila kesek xwe nexapîne û behsa “Yekitiyên Netewî“ yên sexte neke.

Di qonaxa ku em têre derbas dibin, Yekitiyek Netewî ji bo armancên hevbeş tê avakirin, di bin Ala Kurdistanê de, ji bo parastina destkeftiyên netewî û herweha ji bo armanca damezirandina dewletek Kurdî tê avakirin. Eger ne li gora van prensîbabê, yekitiyên bêne avakirin ne Netewî ne. Belkî hinek hevkariyên demikî bêne avakirin. Lê nabe mirov rabe û rûnê behsa Yekitiyek Netewî tenê bi wek şîarekî bike.

Bê goman di vê derbarê de mirov dikare rexna li gelek aliyên siyasî bike. Her aliyek hêja bawer bike ku dê rojek ji rojan siyaseta rêveberiya PKKê bê guhertin û li gora vê yekê tev bigere, xwe dixapîne. Bê goman dema mirov behsa siyaseta PKKê dike tu cara behsa bingehê wan û ew ciwanên ji bo îdialên xwe şer dikin nakin.

Divê mirov hewlbide rastiya PKKê derêxe hole, da ku berê bingeha wan bide xetek netewî û ew ji bo armancên rêya serxebûnê û di bin Ala Kurdistanê de kar û xebatek pîroz bikin.

20.7.2020

Nûçe/Analîz

Back to top button