Sîyaseta bê armanc û bê bingeh

Hîç bê gûman li gerdûnîyê tiştê ko herî jê hez nakim sîyaset e. Nexasim ger ev sîyaset jî, ne ji dil be, sûnî be û ne xwezayî be. Bê lome be.
Wek tê zanîn Neteweyên Yekgirtî, mafê çek bikaranîne daye hereketên rizgarîxwazên gelên bindest. Lê şert û mercên çek bikaranî jî şanî kirîye.
Berî her tiştî, ya girîng eve ko, divêt em bizanibin bikaranîna çekan, ji kê re û di ber çi armancê de xizmetê dike.
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik da diyarkirin ku, heta mafê netewbûna gelê Kurd neyê pejirandin û azadiya wan neyê bidestxistin dê berxwedana gêrîlayan berdewam bike û got; ” Gêrîla hêza rewa ya parastina gelane. Tu kes dê îxanetê li bîranîn û bêrîkirinên kesên jiyana xwe ji dest dane neke.
Begê min, mafê netewbûna Kurd, li hemû gerdûnîyê tê nasandin, kesî înkar nekirîye û hetta dewletên kolonyalîstan jî mîlletê Kurd nas dike. Lê mafê netewdewletbûyînê nehatîyê pejirandin. Yanî heta ango gelê Kurd, mafekî Kurdistaneke azad û serbexoyî bi dest nexistîye.
Em werin ser bêjoka te ya “azadîyê”.
Azadî li ser xakek rizgarkirî têt jîyankirin. Ger xakek û erdnigarîyek te ya mûayyen tine be, tu ne azade ye.
Li nav tixûbê mîsaq-î mîllî û di sîstema dewleta unîter de, tu nikare mafê azadîyê bidestxe.
Dayîka xelkê, nabe dayîka te.
“Gêrîla hêza rewa ya parastina gelane.”(Cemîl Bayik)
Ev bêjok di wateyek fireh de hatîye bikaranîn. Çima hêza gerîllayên PKḰyi dê bibe hemû parastina gelan? İncax tu dikare bibe hêza parastina gelê xwe, ne ya hemû gelên cîhanê. Mafê te tineye ko tu zarokên Kurda bike fedaîyên hemû gelan. Her wuha tu ne leşkere parêzvanê hemû gelan e. Ger têkoşinek te hebe, tenê divêt ji boy Kurdistaneke azad û serbexoyî be. An na, tuyê zemîna meşrûîyetê wenda bike û tuyê di qada navnetewî de, weke terorîst bête nasandin.
“Tu kes dê îxanetê li bîranîn û bêrîkirinên kesên jiyana xwe ji dest dane neke.” (Cemîl Bayik)
Dîsan hîç bêgûman, dilopek xwîna her ferdekî Kurd hêjaye her tiştî. Ji ber ko her bihostek xakî erdnigarîya Kurdistan bi xwîna şehîdan hatîye avdan.
Ger ev ciwan û mîrovên Kurd, di ber doza Kurdistaneke azad û serbexoyî hatibe şehîd kirin, emê her du dest û binê lingên Cemîl Bayik maç bikin. U hatta li gerdûnîyê jîyan bikim, ezê her û her ji Cemîl Bayik re xulamtîyê û koledarîtîyê bikim.
Lê di rasteqînîyê de ev ciwanên Kurd;
Di ber doza konfederalîzma Rojhilata navîn de hatibe kuştin;
Ji ber doza Koma Civaka Ekolojîk de hatibe kuştin;
Ji ber statukoparêzîyê hatibe kuştin;
Di ber doza “Komara Demokratik” de hatibe kuştin;
Di ber doza îdeolojîya çepgirên Tirk de hatibe kuştin;
Yekemîn berbirsîyarê hemu qetlîaman dê Cemîl Bayik û hevalbendên xwe be.
Ji ber ko em baş dizanin rêveberîya PKK-ê li dijî Kurdistaneke serbexoyî ye.
Yek ji rêberkî PKḰyî Dûran Kalkanî jî dibêje: “Em li dijî dewleta Tirkî şer nakin. Armanca me rûxandina AKP-ê ye. Emê berê demokrasîyê bînin Tirkî, dûre bînin Rojhilata navîn û paşê binin hemû gerdûnîyê.
Xwedê zanê, Dûran Kalkanî û Cemîl Bayikî, hemû mîlletê Kurd weke zarokên di hêlekan û derguşan de dihesibîne.
Mehmet Emin Özbilen /Nasname