Polîtîk

Opozisyon dijê dezgehê asayîşê ye

Partiyên opozisyonê li Kurdistanê dijî damezirandina konsey a asayîşa Kurdistanê derdikevin.

Di parlementoya Kurdistanê de partiyên opozisyonê(Goran, Yekgirtuya Îslamî, Komela Îslamî û Ayîn de) daxûyaniyek hevbeş belav kirin û di daxuyaniyê de ragihandin ku, desthilatdariya Konseya Asayîşa Kurdistanê bê sinor e û tu mekanîzma kontrolê li ser tuneye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku, bi vê şêweyê ev sistem dê ber bi sitemek dîktorî ve herê û hukumet jî dibe hukumetek ne demokratîk û polîsiye.

Partiyên opozisyonê îdia dikin ku konseya Asayîşê ji bo berjewendiyên du partiyan e û ne ji bo parstina ewlehî û aramiya Kurdistanê ye.

Konseya Asayişa Kurdistanê 8-ê tebaxê hatiye damezirandin û bi yekbûna 3 dezgehên girîng li Kurdistanê bûye dezgehêk yê asayîşa Kurdistanê.

Back to top button