Cîhan
Felah Mistefa: Sefîrê Suryeyê nehatiye Kurdistanê

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, di daxuyaniyekê de bo malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku, sefîrê Suriyeyê yê Îraqê nehatiye herêma Kurdistanê.
Piştî sefîrê Suryeyê yê li Îraqê Newaf Faris cudabûna xwe ji rijêma Beşar Esed ragehandî, ber bi cîyekê ne diyar çûye.
Hindek kanalên mediyayê û ajanasên nûçeyan weşandiye ku, sefîrê Suriyeyê li herêma Kurdistanê xwe veşartiye.
Li hemebr van nûçeyan, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdidstanê di daxuyaniyekê de ew nûçe red kirin û got ku, sefîrê Suryeyê yê li Îraqê nehatiye Kurdistanê