Kultur

Giringe nivîskarên kurd têkelî digel nivîskarên welatên cîran hebin

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ofîsa xwe a li avahiya civata wezîran, îro çarşemiyê 11ê hezîranê, pêşwazî li heyeteke Yekêtiya Nivîskarên Kurd ku, ji serokê yekêtiyê Kake Mem Botanî û endamên komîteya kargêr pêkhatibû, kir.

Di hevdîtinekê de, heyeta Yekêtiya Nivîskarên Kurd behsa dîrok, xebat û çalakiyên xwe û ew arîşe û pirsgirêkên rû bi rûyê kar û çalakiyên wan dibin kir. Herwesa çend daxwaz û pêşniyar jî ji bona nehêlana wan arîşe û pirsgirêkan û ji bona zêdetir çalakirina Yekêtiya Nivîskaran destnîşan kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê, dîrok û rola giringa Yekêtiya Nivîskarên Kurd, her ji roja damezrandinê, di destpêka salên1970î de û çalakbûna wê piştî serhildana 1991ê bilind nirxand û piştgiriya hikûmeta Kurdistanê bo çalakiyên Yekêtiya Nivîskaran û liqên wê li wîlayetên herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de tekîd li ser zêdetir aktîvkirina Yekêtiya Nivîskarên Kurd di warê hizrî, edebî, kulturî û civakî de kir.
Barzanî got ku, encamdana çalakiyên mezin, amadekirina semînar û konferensan di warên cuda de, çapkirina kitêban, rêxistina festîvalên edebî, zîndîkirina yad û bîreweriyên netewî û xelatkirina nivîskaran di merasimên taybet de ji wezîfeyên pêşîneyên Yekêtiya Nivîskarên Kurd e.

Serokê hikûmetê di axavtina xwe de îşaret bi giringiya hebûna têkeliyan di navbera Yekêtiya Nivîskarên Kurd û nivîskar û edîbên biyanî de kir, bi tyabetî, têkeliyên digel nivîskar û edîbên dewletên cîranên herêma Kurdistanê û vexwendina wan bo Kurdistanê û encamdana çalakiyên hevbeş bi karekî giring wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser avakirina avahiyekî taybet li Hewlêrê bo baregayê Yekêtiya Nivîskarên Kurd, berdeskirina budceyeke mehane bo fînansekirina çalakiyên yekêtiyê bi taybetî, çapkirina kitêban, sazkirina festîvalan û salane xelatkirina nivîskaran, razîbûna xwe nîşanda. 

 

Back to top button